11 Şubat 2019 Pazartesi Saat 05:53 // Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
Þîrketa EDÎCOO ya girêdayê MÎT’ê li Hewlerê çewa ava bû, çewa dixebite?

HEWLÊR – Þîrketa Reklamê EDÎCOO ku bi armanca MÎT li herêma Baþurê Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlerê bi hêsanî cih bike, xebat bimeþîne û xwe kamufle bike di sala 2008’an de hat avakirin, niha jî wek e buroya MÎT’ê ya li Hewlerê xebata xwe berdewam dike.

HEWLÊR – Þîrketa Reklamê EDÎCOO ku bi armanca  MÎT li herêma Baþurê Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlerê bi hêsanî cih bike, xebat bimeþîne û xwe kamufle bike di sala 2008’an de hat avakirin, niha jî wek e buroya MÎT’ê ya li Hewlerê xebata xwe berdewam dike.

Þîrketa Reklamê ya EDÎCOO ku di îfadeyên lêpirsîna endamên MÎT’ê ya di encama “Operasyona Tolhildana Þoreþger a Þehîd Sakîne” ya HPG’ê de hatibûn girtin de jî cih digire, derket holê ku wek e buroya MÎT’ê ya Hewlerê dixebite. 

Jibilî baregehên Artêþa Tirk û MÎT ên bi destûra KDP’ê li Herêma Kurdistana Federal hatin ava kirin, li navenda Hewlerê ji bo endamên MÎT’ê bi hêsanî herin û werin, bixebitin bi hevkariya KDP’ê li ser navê kesayetên ji PKK’ê reviyane di sala 2008’an de þîrketa reklamê hat avakirin. Þîrketa Reklamê EDÎCOO ku li ser kaxizê li ser navê Veysel (Faruk) Kizilirmak a ji bajarê Tirkiye Konyayê ye û Sînan Kaya ya eslê xwe Êlih (Batmanê) ye di sala 2008’an de hat avakirin, ji sifirê dest pê kir di demek kurt de mezin bû. 

Armanca avakirina þîrketê ji bo MÎT bi hêsanî di Baþurê Kurdistanê de bi cih bibe ye!

Armanca esasî ya EDÎCOO ku wek e þîrketa reklamê ava bûye ji bo MÎT di baþurê Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlerê bi hêsanî bi cih bibe, xebat bimeþîne û xwe kamufle bike ye. Jibilî du xwedanê fermî ya þîrketê wek e hevkarê xeyrî fermî kurê Berpirsiyarê Karê Derve ya KDP’ê û Wezîrê Karê Derve ya berê ya Iraqê Hoþyar Zebarî bi navê Mahmûd, mutahîdê ji Diyanayê Dilþad Kadir, di demên cuda de jî Huseyîn Kaytan a ji PKK’ê reviyaye, dîsa sînemakêþ yê ji Wanê Erkan û ji Amedê jî Samet di astên cuda de hevkariya þîrketê kirine. 

 

Berpirsiyarê maliya þîrketê muxbirê MÎT’ê Rojhan e

 Hemû xebatkarên þîrketa EDÎCOO ku ji kesên PKK’ê reviyane pêk tê, yê maliye û muhasebeya þîrketê dike jî muxbirê MÎT’ê ku bi navê Rojhan tê naskirin e girtiye ser xwe. Hat diyarkirin ku kesên di bin banê þîrketê de civiyan e ji sala 2009’an û þûnde bi awayek aktîf tevlî civîn û xebatên ku dijbertiya PKK’ê dikin a ji aliyê MÎT’ê ve yên li Koy Sancak û bajarên din dihatin lidarxistin dibûn. Her roja diçû ku di vê qadî de kar dihat berfirehtirkirin MÎT jî ji bo reklam bidin vê þîrketî tora reklamê ji wan re da avakirin. 

 

Gelek þîrketên Tirk ên di bin bnavê MÎT’ê de reklamên xwe dane EDÎCOO

 Hat destnîþankirin ku li ser vê yekî gelek þîrketên Tirk ên di bin banê MÎT’ê de yên wekî EVYAP a ji Erzurumê, dîsa þîrketên wekî BOYDAK, Keskînoglu, PAKTEN, Uludag, Beymen, Zêr Atasay û hwd. Her tim reklam dane þîrketa EDÎCOO û bi piþtgiriya wan di demek kurt de mezin bû. 

Þîrketa Reklamê EDÎCOO ku bi vê awayî bi lez mezin bû, piþtre kampanyayên hilbijartinê ya KDP’ê jî girt ser xwe. 

 

Li Tirkiyê TV’nên kurdî ya zarok û yên din hatin qedexekirin lê du TV’yên girêdayê vê þîrketî dewam kir

 

Li ser vê wek mînaka piþavtina çandê ya li ser qenalên televizyonan pêk tîne yên wekî rêzefilm, bernameyên popîlîst ên þahî, xwarin û hwd jî hat zêdekirin. Di bin banê þîrketê de bernameyên popîlîst di Kurd Max TV û wersiyona TV zarokan a li Tirkiyê televizyona Papûle TV xistin dewreyê. Pergala faþist a AKP-MHP ku ji bo weþanên Kurdî bêdeng bikin û heta TV’yên kurdî bide girtin di qada navneteweyî de çi ji destê wê dihat dikir û serî li her riyê dida, lê ji bo van her du TV’nên di bin banê vê þîrketî de hatine avakirin di ser TURKSAT’ê de mafê weþanê da. Ev þîrket ku di ser MÎT û KDP’ê de her çiqas çû mezin dibû di demek kurt de jibilî navenda Hewlerê li Duhok, Silêmaniyê û Stenbolê jî ofîs û þaxên xwe vekir.  

Hat hînbûn ku di ser vê tora ku ji aliyê Þîrketa Reklam EDÎCOO di bin kordînatoriya Veysel (Faruk) Kizilirmak de hatî avakirin de ji aliyekî ve kar û xebatên MÎT’ê hêsan û legal dike, di aliyê din de jî gelek kesên ji PKK’ê reviyane di bin banê xwe de kom dike. Hin kesên ku di bin banê vê þîrketî de hatiye komkirin ji MÎT’ê re dixebitin, hin ji wan jî ji îstîxbarata PDK’ê Parastin re dixebitin. Di vê çerçoveyî de kesên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê tên re dikevin nav têkiliyan, ciwanên ji Kampa Mexmûrê ji bo xwendinê diçin re jî têkilî pêþ dixin û agahî kom dikin. 


www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html