Rûyên Dizek yê li Ser Bedena Jinê
Kadın / 04 Ağustos 2010 Çarşamba Saat 13:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Cudabûna biyolojiya jinê di pêvejoya pêşketina mirovahiyê de, bi Taybetî di pevajoya jiyana insanan da,

Cudabûna biyolojiya jinê di pêvejoya pêşketina mirovahiyê de, bi Taybetî di pevajoya jiyana  insanan da, di aliyê avakirina civakê xwedî roleke mezine. Komikên civakî dibin bingehên giring ya vê jiyanê û ya ku vê diafrîne û diparêze jin bi xwe ye. Beramber van diyardeyan di hest û kesayeta jinê de, ev dibe taybetmendiyên kes… Hemû jiyan bi navenda van taybetmendiyên jinê tên avakirin. Her wiha jiyan bi van taybetmendiyan ava dibe . Ev rêbaza jiyana jinê ku di destpêka mirovahî de, ji sedi 98 dagirtiye, ji rêveberiya jinê hatiye berdewam kirin û heta roja me ya îro hatiye. Di hemû lêkolînên arkolojiye de, ev rastî hatine tekuz kirin. Di gelek lêkolînên arkeolojî de peykerên jinê  yên wê serdemê derketine holê. Ev dibin pîroziya wê demê ku en ji jinê re tenê nîşan dide. Di van peykeran de, aliyên bedena jin yên zayînê zêdetir di holê de ye. Her wiha vê zanebûne bi xwe radigre ku dikevin ferqa bedena jin ya bi behrem… Cardin hêjaya bedena jinê bi van peykeran ber bi çav dikin û feraseta xwe ya pîroziyê wisa aşkere dikin. Her wiha bedena jinê mafe vê pîroziya bedena xwe digire, layîkî vê pîroziyê ye.

Herkandina jiyana  ku di bedena jinê de, didomê weke minet dariya mezin te esas girtin. Di vê yekê keda be hesab ya bê bersiv tê dayîn. Keda li ser hîma wek heviyê derdikeve holê. Ji bedena jinê destpêdike û dibe bingeha keda jiyanê.  Ji ber ger ev ked û afrandin neyê  herkandin  jiyan nabê. Heta em dikarin bêjin ku tişt bê navê jiyanê û mirovbûnê nabe. Wiha êrîşa zilam, li ser bedena jıne dibe destpeka êrîşa kolekirina mirovahiyê.  Xeleka vê koletiyê ya yekem tê avakirin. Di vê çarçoveyê de, ger werê meyzandin wê ev rastî baştir were dîtin. Di dîrokê de, li ser bedena xwedawenda dawî, xwedawenda “TİYAMAT” aliyê xwedayan ve dema tê perçekirin û şûn de, êdî bi navê xwedawendiyê tu tişt di holê de namî ne. Ji wê demê û şûn de, bedena jinê weke qutiya ku nayê vekirin û dibe bingeha hemû xirabiyan.  Ji aliyê zilam ve wisa tê bi navkirin û bi karanin. Ji vê bedenê ditirse, nikare xwe li peşberî wê ragire, nikarê bixwe bin hakîmiyeta xwe, dikevê nava hewldanên qirêj. Bi her awayî bedena jinê qirêj dide nîşandan , ne xweşik dike. Li ser bedena wê hemû bê exlaqiyan dike, tevahiya keda wê dixe bin destê xwe.  

Di rastî de dewlet serê vê polîtikaya ku li dijî jinê tê meşandin dikişîne. Dilopên azadiyê û ji bo vê helwestê ji holê rake û tune bike.  Xwe ji tu rê û rêbazan dor naxe. lê belê rebazên herî bi bandor ku bi awayê zilamtî bi kar tîne. Rêbaza tecawizê  ji hesten xwe yen zilamtî jî têr bikê çeka bê kêmanî  ji bo rastiya zilam... Li ser hêviyên azadiyê yên gel dibin êrîşa zilamtî. Hesta hakîmiyetê li ser beden, rih, ramana jinê destpêdike û bi dawî dibê.

Çanda tecawızê ku xwe mîna çekekê digire dest, ev îşareta tirs û neçariya zilam, li hember meşa azadiya jina ku bi rêxistin kiriye. Wê ev zihniyet bi bin kevê û we civak û jiyan bi jina  azad bi serkevê.  

Dêrsim Diyar

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.