Encama Konferansa Jinan: Jin dê Pêşengiya Yekitiya Neteweyî û Demokratîk Bikin
Kadın / 26 Nisan 2010 Pazartesi Saat 17:17
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a ku 2 roj in li Amedê didome hate aşkerakirin û di encamnameyê de gelek biryarên hevpar ên girîng hatin

Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a ku 2 roj in li Amedê didome hate aşkerakirin û di encamnameyê de gelek biryarên hevpar ên girîng hatin destnîşankirin û têkoşîna hevpar a jinan derket pêş. Her wiha jinan bangawaziya têkoşîna ji bo neteweyeke demokratîk, welateke demokratîk û perspektîfa makeqanûneke demokratîk kirin. Jinan diyar kir ku ew ê destûrê nedin birakujiyê û jinan ji bo Zeynep Celaliyan jî banga piştgiriya lezgîn kir.

Encamnameya Konferansa Jinên Kurd a ji aliyê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve bi navê 'Di pêşxistina demokrasiyê de rola jinan' hate organîzekirin, delegeyên ji Tikiyeyê, Îran, Sûriye, Iraq, Herêma Kurdistana Federal û siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, hunermend û nûnerên saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de yên li diasporayê dijîn pêk hatî de gelek biryarên girîng hatin girtin. Encama konferansa DOKH'ê bi tevlibûna 150 delegeyan li dar xistî bi daxuyaniyekê li Sumer Parkê hate aşkerakirin. Encamname bi tirkî û zaravayê kurdî kurmancî ji aliyê Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana ve hate xwendin û soraniya wê jî ji aliyê Parlementera Koma Goran Peyman Ezadin ve hate xwendin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Konferansa me di 24-25 nîsanê de, li Amedê pêk hatî de bi sernavên wekî, "Pirsgrêkên Kurdan ên siyasî û civakî, polîtîkayên dewletan ên li ser înkar û redkirina nasnameya kurdan, pirsgirekên ku jinên kurd pê re rû rû ne, şiklên cudahiyên piralî, perspektîf û rêbazên wan ên têkoşinê, parvekirina tecrubeyan, bidestxistina piştgiriya neteweyiya demokratik de rêbazên jinan bi awayeke berfireh hatin nîqaşkirin."

 

'Em ê destûrê nedin şerê birakujiyê'

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku jin dê bi tu awayî rê nedin şerê naxweyî û birakujiyê di nava kurdan de û wiha hate gotin: "Ji bo pêşeroja me di nava kurdan de aştiyeke navxweyî û yekitiya netewî biafirîne, jin vê yekê wekî ferz dibînin û di vê hişmedî û berpirsiyariyê de, rola pêşengiyê hildigirin û ji ber vê hindê dê teqez destûrê nedin şerê biratiyê."

 

Ji bo Celaliyan û Alemî biryara piştgiriyê

Hate diyarkirin ku di konferansê de biryar hatiye dayîn ku jin piştgiriya xwe ji bo jinên kurd ên li Îranê li ber darvekirinê ne diyar bike û wiha hate gotin: "Konferansa me darvekirinê wekî sûcê mirovahiyê qebûl dike û ji bo piştevaniya kesên ku li benda darvekirinê ne bangewaziyê dike. Her wiha ji bo aqubeta Zeynep Celaliyan û Şîrîn Alemî ku li girtîgehên Îranê hatin windakirin derbarê dewleta Îranê de biryara dest bi teşebûsên lezgîn dike radigîhîne."

 

Di encamnameya konferansê de hate diyarkirin ku piştî nîqaşên 2 rojan jin giştine van encaman:

*Di konferansê de bi taybetî li hemberî polîtikayên red û înkarkirina çand û nasnameya kurdan û bi giştî jî li hemberî hemû çand, nasname û olên ku hebûna wan tên înkarkirin, tunehesibandin û bi her awayî bi cudaxwaziyê re rû bi rû dimînin re têkoşîna hevpar û piştgiryê hedef dike.

*Konferansa me ji bo qadên ku hemû nasname û çand bên cem hev û şert û mercên wekhev yên civaka azad biafirînin, bangawaziya neteweyeke demokratîk, welateke demokratîk û perspektîfa makeqanûneke demokratîk esas digire.

*Li deverên ku asîmîlasyona li ser çand û zimanê kurdî didome, têkoşîneke hevpar esas digire.

*Li şûna ku jinê wekî cinsekê bibîne û jê re çînekê biafirîne, rola pêşengiya wê wekî parçeyeke neteweya azad, wekhev û adîl dide jinan.

*Li ku dibe bila bibe, hemû cureyên tundiyê yên li hemberî jinê, yên wekî berdêl, zewaca bi zorê, pirjinî, sunetkirina jinê, ferzkirina xwekuştinê, şîdeta zayendî, kuştinên li ser navê namûsê, şîdeta nav malê, recm, şîdeta dewletê, wekî sûcên mirovahiyê dihesibîne û li dijî vê têkoşîneke hevpar dimeşîne.

*Nêrîna tekparêz û ya zayenda civakî ya dewletê, ya ku rê li pirsgirêkên wekî siyasî, aborî û civakî vedike, ji bo çareseriya van, Xweseriya Demokratîk a Herêmî esas digire.

*Ji dûrî mêrê serdest û jina kole disekine, bi rêxistinbûyîna jinê ya xweser, ramana wê ya xweser û ji bo hêza çalakiyê biafirîne qadên alternatîf hedef dike.

*Şerê ku ji feraseta mîlîtarîst û zilamparêziyê peyda bûye, li hemberî çanda şîdetê û li hember zimanê şerxwaziyê derdikeve û ji bo afirandina çanda aştiyane û bi rûmet avakirina tevgerên aştiyê yên jinan hedef dike.

*Ji bo pêşeroja me di nava kurdan de aştiyeke navxweyî û yekitiya netewî biafirîne, jin vê yekê wekî ferz dibînin û di vê hişmedî û berpirsiyariyê de, rola pêşengiyê hildigirin û ji ber vê hindê dê teqez destûrê nedin şerê biratiyê.

*Konferansa me darvekirinê wekî sûcê mirovahiyê qebûl dike û ji bo piştevaniya kesên ku li benda darvekirinê ne bangewaziyê dike. Her wiha ji bo aqubeta Zeynep Celaliyan û Şîrîn Alemî ku li girtîgehên Îranê hatin windakirin derbarê dewleta Îranê de biryara dest bi teşebûsên lezgîn dike radigîhîne.

*Li hember bêstatubûn û bê nasnamebûna ku li ser kurdên Sûriyeyê her diçe giran dibe, bi awayekî acîl dê banga çalakiyan bike û her wiha ji bo têkoşîna wan roleke aktîf bilîze.

*Di serî de ji bo azadiya girtiyên jin ên li Tirkiyeyê û hemû jinên ku têkoşîna demokratîk didin, dê bi wan re di nava piştevaniyê de bin.

*Wekî berdewamiya vê konferansê, li Herêma Federal a Kurdistana Iraqê biryara konferansa duyemîn digire.

*Konferansa me ji bo ku hemû pirsgirêkên me yên hevpar re çareseriyê bibîne di nav baweriyekê de, vexwendina ji bo kombûna Konferansa Netewî ya Kurd a Demokratîk dike.

*Ji bo ku ji vir û şûnde ji bo berdewamî û xurtkirina xebatên me "Komeke Hewldanê" ya ku ji 17 kesan pêk tê, îlan dike. –DÎHA

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.