YPG: Li Efrînê 3 dagirker hatin kuştin
Haberler / 19 Ekim 2018 Cuma Saat 11:25
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê çalakiyên li Efrînê hatî lidarxistin de daxuyanî da û destnîşan kir ku di rojên 16 û 17’ê mehê de di encama du çalakiyên cûda yên ku ji aliyê hêzên wan ve hatiye lidarxistin de leşker û 2 çeteyên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê çalakiyên li Efrînê hatî lidarxistin de daxuyanî da û destnîşan kir ku di rojên 16 û 17’ê mehê de di encama du çalakiyên cûda yên ku ji aliyê hêzên wan ve hatiye lidarxistin de leşker û 2 çeteyên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. 


Navenda Ragihandina YPG’ê ev agahiyan dan: 

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete çalakiyên xwe didomînin. Di rojên 16 û 17’ê mehê de, di encama du çalakiyên cûda yên ku ji alî hêzên me ve hatin lidar xistin de leşkerek û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Agahiyên di derbarê çalakiyên ku hatine lidar xistin de wiha ne;

1-Di roja 16’ê Cotmeh’ê de hêzên me li bejahiya navçeya Raco li hember seyareyeke leşkerî ya ku hejmarek leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê de bûn çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de leşkerek Tirk hate kuştin û seyare hate rûxandin.

2-Di roja 17’ê Cotmeh’ê de yekîneyên me li navçeya Mabeta ya ser bi Efrînê ve li hember seyareyeke leşkerî ya koma bi navê Silêman Şah çalakiyek din ya sabotaj pêk anîn. Di encama çalakiyê de ev seyare jî hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin.” 


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  YPG    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.