Li Til Temir û Mexmûrê bi deh hezaran kes 9’ê Cotmehê şermezar kirin
Haberler / 09 Ekim 2018 Salı Saat 09:36
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo şermezarkirina 9’ê cotmehê ya salvegera derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji Sûriyê, li bajarê Til Temir a girêdayê Herêma Federaliya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û Kampa Mexmûrê bi deh hezaran kes derketin kolanan û bi meşek girseyî li darxistin.

Ji bo şermezarkirina 9’ê cotmehê ya salvegera derketina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji Sûriyê, li bajarê Til Temir a girêdayê Herêma Federaliya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û Kampa Mexmûrê bi deh hezaran kes derketin kolanan û bi meşek girseyî li darxistin.

Li bajarê Til Temir a girêdayê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ji çarêya Malbata Şehîdan heta semta Senayiyê ya Riya Hesekê, di nava wan de rêveber û hevserokên saziyan, ji gelek heremên derdorê yên Kurd, Çerkez, Tirkmen, Suryanî-Asûrî, Ereb bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan, panqart, dovîz û dirûşmeyên wek e “Bimire komploya navneteweyî”, “Dîlgirtina Ocalan dîlgirtina gelan e, em dê bi felsefeya Ocalan wê dîlgirtinî bişkênin”, “Bijî Serok Apo” hatin vekirin. Meşa girseyî ku gihişt nêzî Senayiya Til Temir, li vir piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê TEV-DEM’ê û Malbatên Şehîdan a Til Temirê axaftin hatin kirin û balkişandin ser komploya navdewletî û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ku têkoşîneke bêhempa lê tê dayîn. Her wiha di axaftinan de hat gotin ku bi vê yekîtiya gelên Ereb, Kurd, Çerkez, Suryanî, Tirkmen û hwd in ku bi felsefeya Ocalan gihiştine hev dê vê tecrîdî rabike û Ocalan azad bike.


Li Wargeha Mexmûrê jî ku ji 10 hezar zêdetir kes derabeyên kargehên xwe girtin û li ber avahiya Şaredariyê kom bûn. Xwendekarên dibistanan bi kincên xwe yên dibistanê pêşiya girseyê de wêneyên Ocalan, panqarta “Bi mire komploya 9’ê Cotmehê”, “PKK” vekirin û ber bi anfiya Navenda Çandê ve meşiyan. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê rêveberiya wargehê û Malbata Şehîdan axaftin hatin kirin û 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin.

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Mexmur  9  cotmehe  til  temir  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.