Tevlîbûna gel a hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê kêm bû sedem çiye?
Haberler / 01 Ekim 2018 Pazartesi Saat 11:14
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR - Di hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistana Federal ku 3 milyon û 88 hezar hilbijêran ji nîvî kêmtir çûna ser sindoqan. Ev yek dide nîşandan ku bendewariya gel a ji partiyên siyasî nemaye, lê partiyên siyasî şûna sedema vê tevlînebûna hilbijartinan bigerin, weke her car ya hev sûcdar kirin.

Li Herêma Kurdistana Federal duh hilbijartinên parlementoyê hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku encamên hilbijartina ku li gor hilbijartinên din beşdariya gel pir kêm bû dê di nava 72 seatan de were aşkerekirin. Hat nirxandin ku sedema ji 3 milyon û 88 hezar hilbijêran ji nîvî kêmtir  neçûne ser sindoqan ewe e ku li hemberê êrîşên derve partî nebûne yek û di hêla çareseriya pirsgirêkan re tu bawerî nemaye. 

Li gor encamên ne fermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li pêş diçe, YNK jî li gor hilbijartinên din derkete rêza duyemîn. Duh di hêla beşdariya hilbijartinan de piştî seat 15.00 şûnde rêjeya beşdariyê 22.96 hatibû diyarkirin lê ev rêje di seatên êvarê de ji aliyê Komisyona Hilbijartina Bilind a Serbûxwe ya Herêma Kurdistanê ve di weşanên girêdayên YNK û PDK'ê de ji nişka ve derket 57.96.

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyek di nava YNK’ê de hatî wergirtin, YNK li parêzgeha Hewlêr û Silêmanî li gorî hilbijartinên demên borî dengekî zêde wergirtiye. Çavkanîyê diyar kir ku li parêzgeha Hewlêr bi giştî dengên YNK’ê gihiştiye 150 hezar dengan û li gorî vê YNK’ê ji sedî 50 dengên xwe zêde kirine.

Li gor encamên ne fermî ku ji Komîsyona Hilbijartinan hatîn wergirtin  piştî hejmartina sedî 75 dengên li seranserê Herêma Kurdistanê, PDK ji sedi 43, YNK ji sedi 20.1, Tevgera Goran ji sedi 12.8, Tevgera Nifşê Nû ji sedi 8.5, Komela Îslamî ya Kurdistanê ji sedî 7.2, Hevpeymaniya Îslah ji 5.8 û Hevpeymaniya Serdem ji sedi 1.08 deng wergirtine.

 

Piştî sindoq hatin girtin nerazîbûn jî dest pê kirin

Piştî devê sindoqan a di seat 15.00'an de hat girtin, nerazîbûnên partiyan jî dest pê kir. YNK ji Ofîsa xwe ya hilbijartinê daxuyaniyek da û ragihand: "Li Badînan û Hewlerê hîle di hilbijartinan de hatiye kirin û di derbarê mijarê de jî di destê me de belge hene. Di navendên hilbijartinan de bê isulî hatin kirin. Em ji van bê isuliyan ya Komîsyona Referandum û Hilbijartina Bilind a Serbûxwe û Wezareta Karê Hûndir berpirsiyar dibînin." Piştî wê Berdevkê Teşkîlata PDK'ê ya Helepçe û Silêmaniyê Etan Şêx Hesen daxuyaniyek da û got li hin navendên hilbijartinê di dema dengdayînê de bê isûlî hatiye jiyandin û ew dê li hember van helwestek cidî nîşan bidin.

Serokê Lîsteya Hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê ya YNK'ê Kubad Talabanî jî, diyarkir ku ji bo redkirin an jî qebulkirina encamên hilbijartinê niha zû ye. Berpirsiyarê Polîtburoya YNK'ê Sadî Ahmed Pîrê jî, da zanîn ku şaîbe û hîle ketiye vê hilbijartinî û ji ber beşdariya hilbijartinê pir kêm çêbûye ew dê weke partî encaman qebul nekin.

Li navçeya Koyê ya Hewlerê ku ji aliyê balafirên Îranê ve hatibû bombebarankirin jî PDK, Goran, Partiya Cemaata Îslamî ya Kurdistanê (KOMEL) û Partiya Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), daxuyaniyekê hevpar dan û îdeakirin ku di hilbijartinan de "Sixtekariyên" mezin hatiye kirin û ew vê pêvajoya hilbijartinê red dikin. Di daxuyaniyê de wek e hincet jî YNK li navendên hilbijartinan hêzên leşkerî bi cih kirin û hilbijêran di bin pêkûtiyê de hiştine hat aşkere kirin. 

 

Dê hikumetek çewa bê ava kirin?

Piştî encamên hilbijartinê bên aşkerekirin wek e Iraqê li Herêma Kurdistanê jî dê nîqaşên hikumeteke nû, dê hikumeteke nû kê ava bike û dê kî/ê bibe serokwezîr dest pê bike. Bi avakirina hikumeteke nû re li dijî dagirkeriyê, pirsgirêkên bi Bexdayê re hatî jiyandin, dîsa qrîzên siyasî, aborî, civakê dê çewa bê çareserkirin, helwestek çewa bê nîşandan tê meraqkirin. Li aliyê din jî ji niha ve gelo dê serokwezîrê hikumetê dîsa wê Nêçîrvan Barzanî be? tên pirsîn. Di nava van pirsan de gelo Nêçîrvan Barzanî ya ku weke namzet tevlî hilbijartinan nebûye bê ku bibe parlementer dê hikumetê çewa karibe ava bike? heye.

 Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): kdp  hilbijartin  tevlibun  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.