Hikumeta İran û Iraqê Bazara Xwe Li Ser Petrola Kurdistanê Zêde Dike
Haberler / 28 Temmuz 2018 Cumartesi Saat 10:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
ÎLAM - Hukumeta Îranê 700 milyon dolar ji bo pêşxistina zeviyên petrola parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê Îlamê cuda kiriye. Ev biryar di civîna pêncşema borî ya berpirsên hukmî yên parêzgeha İlamê de hatiye dayîn.


Hukumeta Îranê 700 milyon dolar ji bo pêşxistina zeviyên petrola parêzgeha Rojhilatê Kurdistanê Îlamê cuda kiriye. Ev biryar di civîna pêncşema borî ya berpirsên hukmî yên parêzgeha İlamê de hatiye dayîn.

Di demekî ku xizanî û bê karî li Rojhilatê Kurdistanê zede bûye Hukumeta Îranê bazara xwe ya li ser petrola Kurdistanê zêde kiriye. Parêzgarê (Walî) Îlamê Qasim Silêmanî Deştekî, ragihand ku di encumena bilind a aborî ya Îranê de biryar hatîye dayîn ku 700 milyon dolar butçe ji bo pêşxistina zeviyên petrola Îlamê were veqetandin.

Her wiha Qasim Silêmanî Deştekî, diyar kir ku ev budçe bi taybet ji bo pêşxistina bîrên hevbeş ên petrola bi Iraqê re ye.

Deştekî her wiha da xuyakirin ku tenê ji sedî 4 vê budceyê ji bo pêşxistina parêzgeha Îlamê hatiye terxankirin.

Demek berê ji aliyê Serokê DYA’yê Trump ve li ser nîqaşên çekên nukleerî ya Îranê daxuyaniyeke gefxwarinê dabû û destnîşankiribû ku eger Îran derbarê çekên nuklerî de paşde gav navêje ew dê di hêla aborî de ambargoyek hişk pêk bîne û dê nehêle bazirganiya petrola xam û xazê bi tu welatî re bike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Iran  Iraq  petrol  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.