EFRîN – Kiryarên çeteyên OSO yên girêdayî dewleta tirk li Efrîn bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin ku çeteyên Firqet El-Hemzê li ser rêbendên di navbêra Cindirês û Efrînê de di bin navê qontrolê de jinan taciz dikin û jinên ciwan direvînin.
Kiryarên çeteyên OSO yên
girêdayî dewleta Tirk li Efrîn bê navber berdewam dikin. Hat ragihandin ku
çeteyên Firqet El-Hemzê li ser rêbendên di navbêra Cindirês û Efrînê de di bin
navê qontrolê de jinan taciz dikin û jinên ciwan direvînin.
Çeteyên OSO yên girêdayî
dewleta Tirk kiryarên xwe yên qirêj û hovane bê navber li ser sivîlên Efrînê
didomînin. Ji dema ku Efrîn ji aliyê artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye
dagirkirin hemî kiryarên qirêj û derveyî mirovahiyê li ser Efrîn û gelê wê
didin meşandin. Li kêleka dizî, talanî, kuştin, revandin, firotina mal û milkên
sivîlan, şewtandina zeviyan, tecewiz, îşkence û xwestina fidyê, vê carê jî
çeteyên bi navê Firqit El-Hemzê li ser riya di navbera Efrîn û navçeya wê
Cindirêsê de, erebeyên ku diçin û tên kontrol dikin, di bin navê lêgerînê de
jinan tacîz dikin, ciwanan direvînin.
Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku ew çete jinan jî dibin hinceta
ku li YPJ`ê û çekan digerin kontrol dikin û dest davêjin wan û wan tacîz dikin
û telefonên hemuyan desteser dikin. Her wiha ew ji hemû kesên ku diçin û tên re
dijûnên pir xirap dikin. Çavkanî anî ziman ku
çete carina jin û ciwanan ji erebê dadixin û ber bi aliyên nayê zanîn ve
direvînin. Hat destnîşan kirin ku piştî revandina ciwanan ji malbatan fidye
dixwazin.
Çavkanî da zanîn ku çeteyan li ser rêbendên kontrolê
jinên ciwan ên bi nave R. M. û A. M, her wiha 4 jinên ku navê wan nayê zanîn
tacîz kirine.Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html