Rêveberê ENKS`Ê Beşar Careke Din Îxaneta Xwe Eşkere Dike
Haberler / 25 Haziran 2018 Pazartesi Saat 13:14
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi riya WhatsAPP`ê îxaneta rêveberê ENKS`ê Ebdilhekîm Beşar careke din xiyaneta bi Kurdan re dubare kir.

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi riya WhatsAPP`ê îxaneta rêveberê ENKS`ê Ebdilhekîm Beşar careke din xiyaneta bi Kurdan re dubare kir. Beşar, li ser malperên tora civakî ji hin hevalên xwe dixweze ku dûa ji bo binkeftina HDP`ê û serkeftina AKP`ê bikin.

Ji Rêveberên giştî ya ENKS’ê Ebdilhekîm Beşar, derbarê hilbijartinên serok komarî û parlementeriya giştî de ji bo Kurd li bin bikevin û dijminê Kurdan AKP-MHP bi ser bikeve çi ji dest tê dike. Beşar li ser hin torên civakî ji hin hevalên xwe dixweze ku “Dûa” li ser HDP`ê û Serokê wê Selahattîn Demîrtaş di hilbijartinên 24`ê Hezêranê de bin bikeve. Her wiha Beşar di nivîsên xwe de dixwaze Erdogan û îtîfaqa AKP-MHP ku weke dijminê Kurdan tên zanîn bi ser bikeve, hat dîtin.


‘‘DUA BIKIN KU HDP BIN BENDAVA HILBIJARTINÊ BIKEVIN“

Beşar, di tora civakî de dinivsîne “Dua bikin ku HDP bin bendava hilbijartinê bikevin û ji parlementoyê bên avêtin, ji ber ku ev partî partiya Partiya Karkerê Kurdistan e û dua bikin ku AKP careke din bibe desthiladar.” 

Li ser vê yekê gelek şîroveyên “ENKS û rêveberê wê Ebdilhekîm Beşar careke din bi Kurdan re xiyanetê kir, ma heta kengê wê di nava xiyanetê de bî?” hatin kirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ENKS  Kurd  Hilbijartin  Tirkiye  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.