Gotinên Rayedaran Daxwazên Gel Pêşwazî Nakin
Makaleler / 19 Nisan 2018 Perşembe Saat 15:15
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi qasî salekê ye li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin. Van rojan gelek rojevên giran û sosret di rojave gelê Kurd û cîhanê de hene.

Bi qasî salekê ye li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin. Van rojan gelek rojevên  giran û sosret di rojave gelê Kurd  û cîhanê de hene. Hinek jê bi çend gotinan nikare bên şirovekirin û hinek rojev jî ewqas dubarene mirov naxwaze carek din bibihîze. Lê ev yek rastiyeke ku tiştên civaka Kurd dixwaze û gotinên rayedarên Başûrê Kurdistanê hev nagirin. Daxwaz û hêviya civaka kurd yekîtî û hevgirtina siyaseta kurd e, rayedarên Başûrê Kurdistanê jî daxwiyaniyên êrişên li ser herêma Kurdistanê rewa didin nîşan, şûna li dijî neyarên Kurdan derkevin û gel û xaka Kurdistanê biparêzin heyîna aliyekî kurd dikin eger û êrîşan mafdar derdixin hev nagirin. Di vir de  neguhdarkirina civak û daxwazên wê heye, an jî hevkariyek xurt a ji civakê tê veşartin heye. Ji ber her pêşeng û nûner ger bi rastî xwedî angaşta pêşengî û rêbertiya civakekê be, neçare daxwaz û pêdiviyên gel û civaka xwe bilêv bike. Her gotina berevajî van daxwaz û pêdiviyên civakê di hişê mirovan de pirsên nû peyda dike.  

        Pargala kapîtal û destpotîk çawa bedena jinê parçeparçe dike û li her parçeyekê bihayekê lê bar dike, îro noker û xayînên Kurdistanê jî li her parçeyek bedewiya kurdistanê bihayek lê barkirine û her roj bajar û çiyayek ê kurdistanê difiroşin dijmin. Ev bazar li ser xwîna jin û ciwanên Kurd pêk tê. Wisa  bawer dikin ger vê yekê bikin wê bi rastî jî dijmin bihêle ew li ser kursiyên  xwe rûnin û bazara newal, çiya, av û deştên kurdistanê bikin.  Lê divê ev kesane baş  bizanin ku  ger  ax û warê kurdistanê  ji jin û ciwanên wê re nemîne, wê kêr bikeve ser stûyê yên ku nixr, ax û civaka xwe difiroşin û wê dora serjêkirinê bê wan. Ji ber ku bi çi rengî dibe bila  bibe dawiya dawî xiyanet û bêkerametî bi herkesê dide windakirin. Yên ku ev kirasê naletê li xwe kirîn jî ti caran ji şûrê neyar û dijminên gelên xwe rizgar nebûne, piştî karê neyaran bi wan xilas bûye dora kuştin û mirinê hatiye wan.

 Heftê sal e berdêla xwîna bi hezaran mirov têkoşînek mezin li Başûrê Kurdistanê tê meşandin.  Di encama evqas xwîn û berdêl destkeftiyên mezin ketin destên Kurdan.  Lê mixabin ew destkeftî nebûn malê Kurdan û nehatin parastin.  Di berdêla berjewendiyên hinek hêzên Başûrê Kurdistanê yên malbatî û hizbayetî de ji neyarên gelê Kurd re hatin pêşkêşkirin. Encamên referandomê û pêvajoyên piştî wê eşkere danîn holê ku neyarên Kurdan firsendên herî biçûk jî bi kar  tînin û  ji ber siyayetên nerast û xwe distpêrin baweriya bi dijmin  bi gelê Kurd da windakirin.  Ma  yekî berê tang û firokeyên dijmin bide jin, ciwan, zarok, pîr, bax û bîstanên  gelê xwe çi ferqa wan neyar û dijminê gel heye. Bi salan e gelê Kurd  li Bakûrê  Kurdistanê  êşa kiriyarên cehşên kirêgirtî  û li Başûrê Kurdistanê  berdêla siyasteta  tewş û nokeriyê dide .  Lê gelê Kurd ê ku ev heftê sale êşa vê siyaset û hişmendiya nokeriyê dijî, gihiştiye qonaxa fêmkirin û naskirina van rastiyan û rûpoşên van derdoran ji ser rûyê wan xistiye.

     Gelê Kurd êdî vê rastiyê dibîne. Bi xayîntî û nokeriyê, bi benîbûn û xulamtiya ji dijminan re ti maf û daxwaz nayên bi destxistin. Çare û riya xwegihandina azadî, wekhevî û mafan bi baweriya cewherî, yekîtî û hevgirtina gelê kurd a li her parçeyê Kurdistanê pêk tê. Daxwaz û hêviya civaka kurd ji pêşeng û siyaseta Kurd ev e. Lewma yên ku êdî ji derveyî vê rastiyê tevbigerin, dê ji aliyê civaka Kurd ve neyên pejirandin û nekarin wekî berê kiryar û siyasetên xwe yên qirêj bi gelê kurd bidin pejirandin. Siyaseta kurd di qonaxekî wîsa nazik de ye. An dê daxwaz û hêviyên gel rast werin fêmkirin û li gorî wê tevgerkirin çêbe, an jî dê civaka kurd kes û derdorên bi salane xwe dispêrin dijmin û neyaran bavêje sergoya dîrokê.

       Ji ber ku xiyanet, înkar û îmha bÎst û çar seatan li ser kar e. Ti partî û rêxistineke Kurd nemaye ku bi destên xayîn  û nexêrxwazên gelê xwe endamên wan nehatibin kuştin û windakirin. Xiyanet bûye kurmek û ketiye nav yekitiya Kurdan. Tişta hêz  û şiyana kurdan têk dibe ev e. Kengê hêza van derdoran a têkbirina aliyekî kurd têrê nekiribe hewara xwe gihandine dijmin, bi tang û  artêşên hêzên dagirker xwestine hêzekî din a kurd tine bikin û plana xwa  bibin serî.

Niha dîsa li Başûrê Kurdistanê qonaxek nazik û girîng tê jiyîn. Artêşa dijminê Kurdan a sereke bi armanca dagirkirina Başûr bi rojane gund, zozan, çiya û xaka Kurdistanê bombebaran dike, leşkeran dikişîne. Lê li hemberî vê hewla dagirkirina xaka Kurdistanê û kuştina kurdan daxwiyanî û helwestên Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Başûrê Kurdistanê berevajî daxwaz û pêdiviyên gel in. Lewma dema tu rewşa niha tê jiyîn û daxwiyaniyên rayedaran ji gel dipirsî heman bersivê dide: “Zikê me ji xayîntiyê têr e, êdî bes e! Divê Kurd bizanin ji bo dijmin ne ferqa parçeyên Kurdistanê, ne jî ferqa gelê li parçeyan dijîn heye. Bila xayînên kurd bes devê xwe bikin riyên mafdarkirin û rewakirina kuştina Kurdan.” û helwest û daxwazên xwe yên yekîtiya siyaseta kurd dubare dikin.

Bihar Denîz

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Kurd  gel  halk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.