Hemû Direwan Bıkujın
Makaleler / 19 Mart 2018 Pazartesi Saat 11:12
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li ser direwên Erdogan şirovekirin ango ji bo kiryarên wî rastin an ne rastin hizrandin bi derewên wî bawerkirine

Rojekê şoreşgerekî bi pênûsa sor nivîsek li ser wêneya Picasso dinivisîne û dibêje ku “hemû derwan bikujin.” Mixabin rewşa me gelek kesan dişipe vê rastiyê. Em li wêneyên Efrînê temaşe dikin û dibêjin gelo gotinên Erdogan rastin an şaşin. Di pratîkê de ev hewldan komkujiyên Erdogan erêkirin in. Heta em hemû direwan di serê xwe de nekujin em nikarin rastiya Efrînê fêm bikin. Erdogan dibêje; “ ji ber em zerarê nedin sivilan em hêdî hêdî diçin navenda Efrînê yan me yê ji zû ve Efrîn bigirta”. Yanî ji me re dibêje karê seatekê ye.  Başe ku em dibînin û kor nînin ku di her gavek xwe de ew qas sivilan di ber qetliyamê re derbaz dike.  Ma we kengê ev qas giringî daye gel û netewên cuda ku hûn îro bidinê.  We di dîrokê de jî ew qas qetliyam pêkanîne heman qetliyaman bi şêwazek hovane di roja me ya îro de yanî li ser Efrînê pêktînin.  Erê yên ku ji van gotinên te jî bawer bike wekî te faşîst û desthilatdar e.

Di rastiyê de divê di navbera Erdogan û kiryarên wî de ti bawerî û xapandin nemînin. Heta ku Erdogan bi qasî siya xwe nêzî kiryarên xwe nebe wê her direwan bike.  Heman hûnermendên ku me li jor qala wî kir rojekê ji aliyê Gestapo’ ya Elman tê lêpirsin û di dema lêpirsina wî de di mala wî de wêneya Guernica dibînin û jê re dibêjin te ev çêkiriye; bersiva wî gelek bi wate ye. dibêje; mixabin na, we çêkiriye! Lê rewşa niha li cîhanê tê jiyankirin mixabin berevajiyê vê rastiyê ye. Hîn jî gelo Erdogan komkujiyan dike an nake tê nîqaşkirin. Jixwe tişta ku Erdogan bi hêz dike jî ev rastî ye. Ji ber ku li hemû cîhanê derew jiyan dike. Divê destpêkê derew bên kuştin.

Dema ku qîr dike dibêje em sivilan nakujin, di wan kêliyan de li aliyê din jî balalfirên xwe dişîne  ser gelê Efrînê û li ser hev tobaran dike. Yanî dirûtîya xwe li vir  pir zelal dide nîşan û rastiya derewên xwe piştrast dike.   Yê ku van tiştan nebîne kor  û ker e.  Ji ber ku li ber çavên me her çirke, her deqe, her seat û her roj bi dehan zorak,  jin di bin wan xirbeyan de jiyana xwe ji dest didin. Yê ku ji vê siyaseta qirêj bawer dike ew ji wan xirabitir e. Ji ber li ser sipiçka çavên wan hîn jî wêneyê derewê heye.

Gelê Efrînê ji bo ku di berxwedana xwe de bi îsrar e, ji bo wan koçberî welatên xwe bike ti nemaye nekiriye.  Dibêjin me filan gund ji teroristan paqij kir.  Gelo ma hûn welatê kê ji kê paqij dikin. Yên ku axa me dagir dikin, qirêj dikin, aloziyên herî mezin tê de rast dikin,  xwe tê de bi cih dikin û xwe pê nav û deng didin naskirin hûn in.  Dibêjin;  “em welatê kesekê dagir nakin û çavê me li malê ti kesê nîne”. Baş e, heta ku hûn hatine vê astê we bi hezar qetliam pêkanîne.  Axa me dagir kiriye. Bi saya gelê Kurd we xwe bi cîhanê da naskirin. We xwe li ser çanda gelê kurd bi çand kir.  We xwe li ser zimanê gelê Kurd bi ziman kir. Ji me re van çîrokan nebêjin,  ji ber ku em rastiya van çîrokan hemûyê jî dizanin.  Ji ber ku êdî me bi xwe çîroka xwe nivîsandiye û her kes jî rastiya vê çîrokê dizane. Dibe ku rastiya vê çîrokê zora we biçe û êrîşên xwe dijwartir bikin, lê vê baş bizanin ku dawiya vê çîrokê nîne. Her roja ku diçe ev çîrok dirêj dibe. 

Rastiya Efrînê di wêneyên çavên zarokan de hatiye neqişkirin. Heta em nizanibin li çavên zarokan temaşe bikin,  em nikarin rastiya Efrînê jî nas bikin.

Kajîn Botan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Hemu  Direwan  Bikujin  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.