Li Dêra Zorê çi dibe ?
Politik Analiz / 21 Eylül 2017 Perşembe Saat 11:43
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Beriya em behsa bûyer û pevçûnên li bajarê Dêra Zorê diqewimin bikin, divê em behsa girîngiya bajêr û erdnîgariya wê jî bikin

Bajarê Dêra Zorê yek ji bajarê herî stratejîk û mezin li ser çemê Firatê ye, her wiha bajarê tu welatên Ereb yên cîran Sûrî û İraq'ê bi hedvu dide girêdan û di nava gelê herêmê de nav li bajarê Dêra Zorê tê kirin ku Dergeha Ber bi Rojhilat ye. Dîsan, Dêra Zorê xwedî girîngiyek ku girêdana navbêra bajar û bajarokê Bakur, Başûrê û Rojava bi hevdu dide girêdan. Bajarê Dêra Zorê di warê şaristaniyê ve xwedî dîroka dirêj e ku para xwe ji şaristaniya Mezopotamya girtiye. Bajarê Dêra Zorê di serdemên cûda yên dîrokê de malovaniya Kurdan jî kiriye, bi taybet di serdema Selaheddîn Eyubî de Kurdan navenda Dêra Zorê cihê herî bi ewle ji bo xwe hilbijartin ji bo derbasbûna wan ya Başûrê Kurdistanê û İraqê.

Şer û qewmînên li bajarê Dêra Zorê dide nîşan kirin ku aloziya Sûrî ji qonaxeke herêmî derbasî qonaxeke navnetewî bûye. Ango pirsgirêka Sûrî û çareseriya wê asta Sûrî derbas kiriye.  Emerîka, Rusiya, İran, Sûrî û Kurd li ser Dêra Zorê pêşbaziyê de ne. Ji aliyekî hêzên hevpeyman û QSD di çarçoveya kontrolkirina Bakur û Rojhilatê çemê Firatê û beşek ji bajar biger û ji aliyê dîve jî Sûrî, Îran û Rusiya dixwazin başûrê çemê Firat û navenda bajêr kontrol bike. Her çendî hemû hêz di bin siwana du cemseyan de tên tasnîfkirin jî, lê her aliyek ji van hêzan xwedî pirojeyeke cuda ye. Emerîka ji bo projeya xwe ya bi navê Rojhilata Navîn a Mezin bibe serî pêwîst e di herêmê de xwe bi cih bike û mutefîkên nû avabike. Her wiha, Emerîka dixwazin di Sûrî de xeletî û şaştiyên di sala 2003’an de li İraqê kirine li Sûrî û Dêra Zorê bi taybet dubare neke. Rus ji bo ku xwîna windakirî di serdema şerê sar de, careke din vegerîne. Ji ber vê yekê li Sûrî kete nava liv û tevgereke ku beriya wê nehatiye dîtin. Li Lazqiyê piştî bicihkirina sîstema parastinê ya S400 ya fûzeyan, peymaneke bi 49 salan ji bo navenda leşkerî ya Himêmîm mor kir. Daxwaza Rusiya ya kontrolkirina Dêra Zorê, avakirina navendek leşkerî û bicihkirina sîstema parastinê mîna ya Himêmîm li çûla Sûrî ku navenda wê bajarê Dêra Zorê ye. Bi vê yekê Rus dixwaze hebûna xwe mayende bike li Sûrî.

Rewşa Îran'ê di girtina bajarê Dêra Zorê de cûda ye ji ya Emerîka û Rusiya. Rus û Emerîka bi mebesta parastina berjewindiyan xwe mecbûrî şer dikin li Dêra Zorê, lê Îran ji bo statuya xwe li Rojhilata Navîn biparêze vê yekê dike. Ji bo Îranê Dêra Zorê xeleka zincîra di navbêra Sûrî, Lubnan û İraq û Îranê de ye. Bi kontrolkirina Dêra Zorê ji aliyê Îranê ve tê wê wateyê ku xewna Wîleyetî Feqî ya sedêsalan pêk tê. Ango girtina ji bo Îranê pêk anîna pirojeya Hîlala Şî'iye.

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Li  Dera  Zore  ci  dibe    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.