Encama referandomê çi dibe bila be, erêkirina xayîntiya barzanî ya beramberî Kurdistanê ye
Politik Analiz / 21 Eylül 2017 Perşembe Saat 11:33
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Pergala cîhanê ya ku hewl dide bi hegemonya cîhanî xwe mayînde bike, ji ber stratejiya wê ya nav Rojhilata Navîn, Kurdistanê ji xwe re navend digire. Stratejî û polîtîkaya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Îngîlîz û Îsraîl li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê dimeþîne, çavkaniya xwe ji çanda desthilatdariya hezarî salan a sargoniyan digire

Hêcetên ku dibin sedema þer, talan û komkujiyan li ser gelên herêmê bê navber dodimin. Di vê rastiyê de xala bingehîn divê mirov serê xwe li ser bêþîne û hewl bide fêm bike, rastiya Kurd a civakî û dîrokî ye. Nexwasim em Kurd pirsa çima Kurdistan ji bo cîhanê girînge? Ji xwe bikin û bersivek wê zanistî û felsefîk bidin, emê bikarin encamên ku di roja me de rû didin baþtir fêm bikin. Çawa her av bi serkaniya xwe tê pênasekirin. Her darek bi kok, an jî axa xwe tê pênasekirin. Kurdistan jî ji ber dewlemendiyên wê yên bin erd û ser erd ên bêhempa, çanda xwe ya kevnare ya civakî û dîrokî li Rojhilata Navîn bi çavkaniya xwe ya Mezopotamya tê naskirin û watedar dibe. Di vê wateyê de Mezopotamya bi çanda xwe ya heyberî û giyanwerî ve dibe serçaveya serkeftin û binkeftinên cîhanê tevê. Lewma hemû hêzên li cîhanê neçarin ku, li xwezaya Mezopotamya li hebûna xwe bigerin. Weke birêz Abdullah Ocalan pênase dike; “mirov li kur winda kiriye, divê cardin wir li xwe bigere.” Ev, ne tenê ji bo gelên herêmê derbasdare. Hêzên hegemon ên cîhanê jî karîn xwe li ser rastiya herêmê ya civakî û dîrokî sazûman bikin. Ji ber desthilatdaran xwe li ser lewazî û qelsiyên pêþketinên civakî saz kirin. Paþverûtiyên ku, kevneþopiyan diparêzên û didin jiyîn, ji bo hêzên li pey desthilatî dikevin dibin amûrên xwe nepixandin û mezinkirinê.

Weke tê zanîn zanista mirovahî û hemû zanistên din li ser bingeha lêkolîna rastiyên li Mezopotamya hatine jiyîn pêþ dikevin. Her ku tiþtek nû derdikeve, pêwîstî bi lêgerînên nû çêdibe. Çanda lêgerîn û xwe nûkirinê jî, pîvana bingehîn a ax û gelên Mezopotamya ye. Lê belê, gelek caran em dibînin ku, sedema paþverûtiyên xwe didin jiyîn û mayînde dikin, statîkoperestiya li herêmê weke nexweþiyek bêderman berdewame.

Îro pirsgirêkên sazûmaniya netew dewlet a di bin þaristaniya kapîtalîzmê de dijî, di tevayî dîroka þaristaniyê de kaos û krîza herî mezin û pergalî dijî. Ev kaos û krîz ne derveyî ye, pergalî ye. Yekem careke ku pergala þaristaniyê di rewþek wiha re rûbirû tê. Bi taybet piþtî hilweþandina Sosyalîzma Pêkhatî ev krîza þaristaniyê hîn kûrtir kiriye.

Di pêþketina dîroka gerdûnî de konaxên xwe yên girîng hene. Mîna ku þaristanî di bin pergala kapîtalîzmê de gihîþtiye asta xwe ya herî dawî; êdî mêtîngerî, dagirkerî, desthilatgerî cîhanekî nû nemaye ku pergala xwe ya hegemonyayê bide meþandin. Her çendî tevgerên Sosyalîzma Pêkhatî, Têkoþînên Rizgariya Netewî û Tevgerên Demokratên Sosyal dijberî pergala kapîtalîzmê têkoþîn dida meþandin jî, lê ev herdu bizavên cuda cuda û dijberî hev dihatin dîtin, di rastiyê de ev herdu bizav heman bûn û yek bûn. Em di paradîgmaya xwe ya nû de van herdu dijberên hizrî yek paradîgmaya hizrî dibînin û digirin dest. Ji bo vê di serdema me ya îro de hewildanên mîna Têkoþîna Rizgariya Netewî, Tevgerên Demokratên Sosyal û Netew Dewlet temenê wan dawî bûne. Jixwe tevgerên Têkoþîna Rizgariya Netewî û Tevgerên Demokratên Sosyal bi hilweþandina Sosyalîzma Pêkhatî re li ser dika dîrokê rabûn. Di roja me îro de jî krîz û kaosa herî mezin pergala Netew Dewlet e. Îro netew dewlet ji tevayî pirsgirêkên mirovahiyê re nikare bibe bersiv. Çi çareseriyên ku ji bo mirovahiyê pêþkêþ dike, li þûna krîz û kaosê bide çareserkirin, hîn kûrtir dike. Mînakê vê yê herî li ber bi çav mudaxaleyên ji bo Rojhilata Navîn didin pêþxistin û ev jî ji krîzê kûrtir kirin wêdetir naçe.

Jixwe tevayî mudaxaleyên pergala kapîtalîzmê yên ev 200 sal e li ser Rojhilata Navîn dide meþandin, pirsgirêkên heyî nade çareserkirin. Ji bo vê jî Þerê Cîhanê Yekem, Duyem û îro jî Þerê Cîhanê Sêyem li Naverast û bi taybetî li ser Kurdistanê didin meþandin. Ji aliyê kapîtalîzmê ve mudaxaleyên mîna pergalên mandeter, burjuwayên komprador, Îslama radîkal û nerm, sosyalîzma zanistî, netewperestî, monarþî, teokratîk, olîgarþîk, ûnîter û hwd. berhewa mane. Qet û qet ji Rojhilata Navîn re nebûne çareserî. Ev çavkaniya xwe ji çand, dîrok û hegemonyaya Rojhilata Navîn a 10 hezar sal digire. Heta cih bi cih tê gotin ku þerê çanda medeniyetan (þaristaniyan). Hemû pêkanîn û pêkhateyên ji aliyê þaristaniya kapîtalîzmê ve li ser Rojhilata Navîn dayîne pêkanîn rola pasûmanê jî nekiriye, pirsgirêk hîn kûrtir kiriye. Qeyrana pergala kapîtalîzmê bi her awayî di Rojhilata Navîn de xwe dide der.  Pergala kapîtalîzmê ya herî lewaz û qels li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê tê jiyîn.

Dewletên Yekbûyî Emerîka di bin navê Projeya Rojhilata Navîn A Mezin de mudaxeleyî Rojhilata Navîn û Kurdistanê dike. Navê vê mudaxaleyê di nav hizra kapîtalîzmê de pergala federal, konfederal cardin çareseriyê bidin pêþxistin. Lê ev mînaka avakirina federal û konfederal a çareseriyê li Baþûrê Kurdistan û Iraqê bi her awayî xwe weke bêçaretiya aloz daye der. Ji ber ku hemû çareseriyên di bin navê netew dewletê de bên pêþkêþkirin, aloziyên heyî hîn kûrtir dike. Ji ber ku forma netew dewlet êdî li ser dika dîrokê cihê xwe nagire, ev forma netew dewlet ji aliyê kapîtalîzm û bi taybet ji aliyê Îsraîl ve netew dewleta Kurd dayîna avakirin cihê xwe nagire. 

Rastiya referanduma ku, niha li Baþûrê Kurdistanê tê jiyîn jî hewldana kûrkirina qeyrana li Kurdistanê ye. her çendî rastiya referanduma heyî bi babetên cur be cur tên nîqaþkirin û þîrovekirin, armanca sereke zêde nayê bilêvkirin. Hêza bingehîn a bikaribe rewþa Kurd û Kurdistanê di çarçoveyek mayînde de çareser bike û rêya yekane diyar bike; Yekbûn û hevgirtina Gelê Kurde. Lê em dibînin ku, ji ber rastiyên malbat, mezheb û eþîran Rêbertiyek gelêrî dernakeve pêþ. Rêbertiyek li aliyekê bimîne, hevgirtinek nav civakî bi xwe diyar nîne. Civaka Kurd hêj zagonên xwe yên jiyanî, rêgezên xwe yên çandî û pergala xwe ya bikaribe li dijî dagirkeran biparêze ava nekiriye. Bes em dizanin ku, ji bona vê jî berî her tiþtî yekgirtinek civakî tê xwestin. Li dagirkeriya ku îro li ser Kurdistan û Gelê Kurd tê meþandin, bûye sedem ku, Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nava þerek mayîn nemanê de be.

Îro li Kurdistanê her roj þer, talan û qirên welatên serdest tê meþandin. Ji bona parastina nirxên civakî bi hezaran ciwanên keç û xort, bav û dayîk, ya girîng zarokên delal tên qetilkirin. Keçên me tên li bazarên dagirkeran tên firotin. Xortên me tên revandin di destê welatên emperyal de pê tên lîstin. Termên dayîkên me li kolanan dirizin. Kurdistan tevî hemû dewlemendiya xwe di nava birçîbûnê de bêzar ketiye. Neçarî dijminê xwe tê kirin. Zagonek ewlekarî û parastina gelemperiya gelê Kurdistanê tine ye. pergalek ku gelê Kurd bikaribe çarenûsa xwe diyar bike û li ser vê xwe perwerde bike û zanistiya çanda kevnare ya civaka xwezayî pêþ bixe tine ye. neçarî çavlêkirinên çand û pîvanên civaka ferdperest a tinekirin û xilaskirinê tê kirin. Ciwanên me di nava kiryarên xirab de tine xerçkirin û tinekirin. Her roj keç û jin tên qetilkirin.

Belê, di nava evqas pirsgirêkên civakî de hewldana referandoma qaþo Dewletoka Kurdistanê tê çi wateyê. Helbet erêkirina vê rastiyê radestbûna hemû hêzên dagirkere. Ji ber ku, her çendî Barzanî ne di wê zanebûnê de be, rastiyê de referandoma erêkirina xayîntiya xwe ya li dijî Gelê Kurd mîsoger dike. Serkeftina referandoma Barzanî, serkeftina hevkarî û îxaneta Barzanî ya bi R. T. Erdoxan, Trump û Potîn re ye. serok wezîrên k udi roja me ya îro de, di rastiya civaka ber bi tinebûnê ve diçe de, li ser qetla jinan û firotina jinan xwe mezin kirine rave dikin. Ez bawerim Barzanî jî xwe di wê astê de dibîne ku, bûye koleyê vê rastiyê ku, nikare bêyî wan tevbigere. Dewletên ku îro wateya xwe xilas bûne, li her derê li ser qetla gelan xwe didin jiyîn, ji bona dirêjkirina temenê xwe êrîþî Rojhilata Navîn û Kurdistana pîroz dikin. Lê mixabin em dibînin ku, Barzanî jî dixwaze di lanetkirina vê pîrozbûnê de rista bingehîn bilîze. Em tev dizanîn ku dema Barzanî hewl da civaka Kurdên Baþûrê Kurdistanê û gelê Þengalê DAÎÞ’ê bike û dema hewl da destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê radestî Tirkî bike, bênamusiya xwe ya bingehîn erê kir. Çi te namusek ji mala xwe firot, çi te mala xwe da bênamusekî. Ti ferqa xwe tineye.

Lewma di pêvajoyek ku ti fermiyeta zagonî ya siyaset, perwerde, hukumet û jiyanek serbixwe ya civakî tine de hewldana referandoma Kurdistanek Serbixwe tenê kiryarên xayîntiya Barzanî nixwumandin û di heman demê de erêkirina vê xayîntiyê ye. madem Kurdistanek serbixwe tê xwestin, çima yekbûna gelê Kurd zêdetir, yekbûna bi Emerîka, Îsraîl û Tirkî re erê dike? Çima beþdarî cývata giþtî ya gelê Kurd nabe û erê nake? Çima ji bilî xwe, li heremê ti partiyek din napejirîne? Ya girîng çima ewqasî dijminatiya parazvanê Kurdistanê PKK’ê dike. Barzanî jî baþ dizane ku, PKK nebe Barzanî ne dikare li herêmê erk bigire, ne jî hebûna wî ya li nav cîhanê diyar be. Ji ber ku di rastiyê de Barzanî sîxûrê li dijî Gelê Kurd ê nav-netewî ye.

Encama referandomê çi dibe bila bibe, encam naguhere. Biryara Kurd bi hev dana þerkirin, Kurd bi destê Kurd dana tinekirin û çanda Kurdistanê kirina malê hêzên dagirkere. Mixabin li herêmê jî yê ku bikaribe vê pêk bîne Birêz Barzanî ye. lê ew dîsa jî ne di wê ferqê de ye ku, biryara tinebûna xwe dide.

Zînê Lehî

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Encama  referandome  ci  dibe  bila  be  erekirina  xayintiya  barzani  ya  beramberi  Kurdistane  ye  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.