Erdoğan ji bona xilafeta xwe hewl dide jin bikar bîne
Kadın / 26 Ağustos 2017 Cumartesi Saat 05:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ev demeke ku dewleta Tirk li Cerablûsê hewl dide modelekî rêveberiyê ava bike

Bajarê Cerablusê ji aliyê meclîsekî herêmî tê birêvebirin. Ji ber wê yekê, çeteyên çekdarî yên di nava navçeya Cerablus de, xwe derveyê bajarê bi cih dikin. Dema çeteyên çekdarî di nava bajar de xwe paş de kişandin, ji bo ewlekariya bajêr asayişek hat avakirin, da ku bajar ji hêzên cuda were parastin. Niha ewlekariya bajêr ji aliyê vê hêza asayişê tê girtin.

Di wan demên dawî de, dewleta Tirk projeyeke nû, girêdayî vê pêş xist. Dewleta Tirk hewl dide hêzeke asayişê jinan jî ava bike. Ji ber wê yekê, rê ji bo tevlîbûna jinan hatiye vekirin. Ew proje di milê dewleta Tirk ve weke hêzêke ‘’xweser’’ ya jinan tê bi nav kirin. Dewleta Erdoğan bi hişmendiya xwe ya ku ti cûdahiyê xwe ji birayên xwe yê DAİŞ’ê nîn e, hewl dide ku bi rêbazên nû xwe li herêmê cih bike, li bajarê Cerablusê prototîpa şêwazê rêvebirinê ya Rojava ava dikin. Ya rast bi modela li Cerablusê diceribînin, hewl didin ku vê modela xwe li hemû sînorên herêma Firatê belav bikin. Erdoğan wê planên xwe  jî yê weke planên xwe yên binketî yên berê çiqas serbixîne ev yek jî cihê gûman e. 

Di 20’ê Tîrmehê de, navenda asayişa Cerablusê ragihand ku wê beşê asayişa jinê nav xwe ava kin. Jin dikarin ser esasê hin şert û mercên ku ew diyar dikin, nave xwe pêşkêşî navendên asayişê ji bo tevlî karê asayîşê bibin, bikin. Herçend ku Erdoğan hewl bide ku bi diziya pergal û şêwazên ji gelan li Sûrî hebûna xwe biparêze jî, lê belê ji ber pêkhateya zihniyet û girêdana Erdoğan û çeteyên wî bi birayên DAİŞ, Elnûsra û Exwan re, ev yek ne mûmkin e ku ser bikeve.

Cara yek e, ku di nava Artêşa Azad a Sûriyê de bangawaziyek ji bona beşdariya jin tê kirin. Bêgûman di demeke wisa de ev bangawazî û siyaseta li pişt wê heye bi xwe cihê pirsê ye. Gor xûya dike çewa ku Erdoğan li Tirkiyê li hemberê zilaman bê bawer bûye û niha jî dixwaze ji bawerî û girêdana jin sûd werbigre, çeteyên wî li Sûrî jî heman pirsgirêkê re rû bi rû ne. Heya niha bi awayeke herî hovane jin bi destê van hêzên radîkalên zayendîparêz hatine qetilkirin, lê belê vir û şûn de jî bi bikaranîna jinan yê hewl bidin ku sere xwe yê qirêj bidin meşandin.

Dewleta Tirk ji bo asayîşa jin hin şert û mercên ku dixwazin kesayeta wan de hebe da ku were pejirandin ji bo xebatê asayişê, dayê pêşiya wan:

1- Pêwîst e, temena jinê di navbera 18-35 salî be.

3- Divê xweşik ango estetîk be ji bo xizmetê.

4- Divê bawerî bide rêxistina wan.

5- Pêwîst e, di perwerdeyên meslekî û bîrdoziya wan de derbas bibe.

Dewleta faşîst a Tirk bi desthilatdariya AKP, ku  di dema desthilatdariya wan de siyaset û rêbazê herî zayendîparêz û destavêtina jin pêşketiye, bi vê projeyê gelo çi armanc dike, çi çarenûs û ketin û şikandineke din milê AKP’ê ser jin bê meşandin? 

Dema mirov vê daxuyanî dixwîne, dibê qey AKP siyaseta xwe û faşîzma xwe ya zayendîparêz li hemberê jin diguherîne, ango li van kiryarên xwe mûkir hatiye! Lê belê, divê rastiyê vê lîstokê were dîtin û deşîfre kirin. Bi tevlîkirina jin di asayîşên xwe de, Erdoğan rêbazek nû dîtiye da ku dikare jin hîn zêdetir bixe  di bin desthilatdariya xwe û bikaribe vê yekê ji bo binpêkirina jin bikar bîne, ango  vê carê jî jin li hemberî jin bide şer kirin. Ji xwe bi rêya çeteyên xwe yê DAİŞ’ê û Elnûsra hovîtiyên herî mezin yê serdema dîroka mirovahiyê hemberê jin kirin. Niha jî bi zimaneke nerm hewl didin jina ku çavê wê tirsandine û hemû cure mirin û çarenûs jê re diyar kirine, bikin qadroyê pergala xwe. Bi vê yekê jî, jinên ku hê berxwe didin jî bi rêya jin bê bandor bikin. Jinan bi hişmendiya desthilatdar ya zilam yê perwerde bikin, da ku qirkirina ser jin di vê serdemê de bi temamî ser bixin. Gor xûya dike yê di hemû milan de jin biceribînin, beden, rih, hest û baweriya wê. Ger wisa neba, çima yek ji şertên tevlîbûna asayîşê estetîkbûyîn e ? Jin dîsa li vê derê wekî amûrekî zayendî tê dîtin û destavêtin û bikaranînek din li benda jinê ye.

Tevî vê, ji ber ku êdî dewleta AKP êdî nema dikare li benda piştgiriya zilaman bimîne, bendewariyên xwe ji jinê xurtir dike. Zilamê ku berê hewariyên Erdoğan bûn, îro li beramberî wî bertekên dijwar nîşan diden. Lê mixabin, ji ber ku di jin de rastiya vê lîstoka zayendîparêz nayê zanîn, ji ber ku di xwezaya jin de girêdanbûna nirx, bawerî û welat heye, ev milê jin di hêla kesayetên weke Erdoğan ve tê bikaranîn. Ya rast, ji ber ku artêşa Erdoğan ango DAİŞ li herêmê binket û hêvî û xeyalên Erdoğan û hevkarên wan ji bona cihaneke nû pêk nehat, niha jî Erdoğan bi rêya Elnûsra û Artêşa Azad hewl dide ku van xeyalên xwe pêk bîne. Ji ber vê jî bi avakirina nifş, jin û zilamên nû hewl dide ku ocaxên xwe yê Osmanî bin serweriya xilafeta xwe de ava bike. Her pêngav û siyaseta ku Erdoğan li herêmê dişopîne pêwîst e ku baş bê zanîn ku derveyê siyaseta gihiştina vê xeyala xwe ya xilafetê tişteke cûdatir nîn e.

Lê belê gor xûya dike, yê ev xeyal û xwena Erdoğan jî weke xewnên wî yên din, bi şiyarî û hestyariya jinan di vê serdemê hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilata Navîn têk biçin.

Erdoğan û çeteyên wî ku nefesên xwe yê dawî dikişînin, bêgûman yê bi xapandin û destavêtina jina ku qûrbanê sereke yê siyaseta wan bû negehin armanca xwe. Bawerî bi Erdoğan û siyasta wî anîn, di vê demê de windakirina jin, mirovahî, demokrasî û asayîbûna Rojhelata Navîn e. Erdoğan hewl dide ku jin weke hespê Troya ji bona têkbirina têkoşîna azadiya jin û xistina Rojhilata Navîn li pençên rêxistinên weke DAİŞ’ê bikar bîne. Di bin van hemû nermbûn û nirxê ku qaşo van demê dawî Erdoğan dide jin, tenê ev rastî heye.       

Zohal Berfîn

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Erdogan  ji  bona  xilafeta  xwe  hewl  dide  jin  bikar  bine  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.