KURD PÊŞENGTİYA GUHARTİNÊ DİKİN
Okuyucudan / 31 Mart 2016 Perşembe Saat 10:36
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Herêma Rojhilatanavîn xwedî cihekî stratîjîke. Bi teybetî xaka mezopotamya, şoreşe neolotîk di vê herêmê de pêşket. Hemû bawerî û ol ji vê xakê derketin, gund hatin ava kirin. Tovê çandinî cara yekemîn li ber çemê Dicle û Firat hat çandin. Li mezopotamya jêrîn bi aliyê sumer’an ve dewlet hate avakirin . Piştî avakirana dewlet şerê olî, îdolojî, cînayetî, desthiladarî li ser vê xakê gur bû û ji wê demê heya niha şer û pevçûn berdewam dikin

Herêma Rojhilatanavîn xwedî cihekî stratîjîke. Bi teybetî xaka mezopotamya, şoreşe neolotîk di vê herêmê de pêşket. Hemû bawerî û ol ji vê xakê derketin, gund hatin ava kirin.  Tovê çandinî cara yekemîn li ber çemê Dicle û Firat hat çandin. Li mezopotamya jêrîn bi aliyê sumer’an ve dewlet hate avakirin .  Piştî avakirana dewlet şerê olî, îdolojî, cînayetî, desthiladarî li ser vê xakê gur bû û ji wê demê heya niha şer û pevçûn berdewam dikin.

Sê hezar sal berî zayînê şoreşa neolotîk bandora wê kêm be jî bi pêşengtiya zilamê qurnaz li ser mîrasê ciwaka şaristanîya xwezayî  bajar ava bûn dewletên navendî hatin damezrandin. Bi vî avayi rêveberî ji destê civakê  derxistin û mîrasên civakê bi destxistin. Piştra hêza ciwana kirin bin xizmeta xwe û artêş ava kirin. Bi ve artêşê destê xwe danîn ser berhem û keda mirova.

Piştî ku di herêma Rojhilatanavîn de dewlet û şaristaniya navendî pêşket, bi hezaran mirov hatin kuştin, bajar wêran bûn, sîstema koletî bi aliyen qralan ve li ser gelan hatın ferz kirin.  Bi teybetî di ser dema impratoriya Akad, Babîl, Aşûr li gorî zanyariyên dîrokî ku di dema destihiladariya Aşûr de ji laşê mirovan dîwar ava kirin, gelê herêm gelek caran rastî êrîşên ji aliyê İmbratoriyên ku ji derveyî mezopotamya hatibûn damezırndin jî hatin wekî Girîk, Rûm ...hwd.   Ji bo hakimiyta xwe bi hêztir bikin çavê xwe berdidan xaka rojhilata navîn bi taybetî Kurdistan. Lê belê li hemberî vê yekê gelê Kurd li ser çiyayên Zagrosan û li ber Çemê Dicle û Firat bar nekirin jiyana xwezayî parastin sîstema dewlet tu carî qebûl nekirin hertim li hember dagirkeriyê serî ne tewan din.

Kurdistan bû qadeke şer hemû hêzên dagirker çavê xwe berdan devlemendiya xaka wê hertim hewldidan ku kelha şoreşe newlotîk ya ku Kurdistan navenda wê bû hilweşînin.  Li hember vêyekê eşîrên Kurda ji bo sîstema xwe ya xwezayî biparêzin di 624 b.m di bin sîwana impratorîya Medan de yekîtiyek saz kirin.  Têkilî bi gelên bin dest ên ku bi wan re jiyan dikin pêşxistin û bi hevra berxwedaneke bê hempa li hember zordariyê meşandin.  Di roja 21 adarê de tekoşîna wan bi serket bi awayekî zelal kurda di wê demê de pêşengtiya şoreşa gelan kir. Lewra gelên din jî cejna newrozê heya roja me ya îro jî wekî cejna xwe jî dibînin û pîroz dikin.

Bi dehên salan gelên herêmê di aramiyekî de bi hevre jiyan kirin.  Rêveberiyeke li gorî taybet mendiyên gelan hate damezrandin. Jiyaneke hevbeş û xwezayî hate afirandin. Şoreşa gelan gihaşte serkeftinê.  Lê mixabin piştî nêzî 70 salan ev konfedrasyon hilweşiya û sîstema dewleta navendî dîsa derkete holê.  Lê vê carê zordarî bi gelek rengên din hatin meşand heya giaşta asta ku rê nedan civakê nefeseke azad bikşînin. Bi derketina ol de hêviyek da gelan. Ji ber ku di bingeha xwe de ol jî rengek ji rengê şorşa civakî ye. Lê belê bi demê re dewlet ol kir bin kontrola xwe de pîvanên olî berovajî kirin ji xwe re kirin çekekî bi bandor û li hember gelan bi kar anîn. Bi taybetî di serdema ola Xirstyan û İslam de desthiladariya bi rengê olî heya derketina sîstema kapîtalîzm di sed sala 17 mîn  berdawam kir.

Serdema kapîtalîzmê û şoreşa Rojaava Wekî ku tê zanîn sîstema kapîtalîzim ne nû ye xwediyê bingeheke bi hezarê sala ne. Tovê wê cara yekemîn Sûmeran li Rojhilata navîn reşand lê belê ciqasî ku cewherê wê jî heman wate be balkêş ku rêbazên pir zirav û qirêj meşandin netew dewlet ava kirin hestên netew perest di nav gela de belav kirin, şêr û qirkirinên ku di van du sed salên dawî de ku li ser gelan meşandin di dîroka mirovatiyê tu carî ewqas gel di nav qirkirnê der bas nebû ne.

Sîstema kapîtalîzim dîsa weka hemû İmpratoriyên kevin berê xwe da xaka Rojhilatanavîn û bi temamî dagirkir, li gorî xwe dîzayin kirin welat parcekirin bi dehan dewletokên ne rewa ava kirin.  Li her dewletekî deshiladariyeke li gorî berjewendiyê xwe saz kir giraniya şer wa li hemberî çand, exlaq, dîroka gelan bû û navena vî şerî Kurdistan bû. Ji ber ku sîstema kapîtalîzim hertim tirsa wê ji Kurdistan bû lewra ew di nav çar dewletan de parçekir û di komkujiyan de derbaskirin.  Lewma gelên Rojhilatanavîn rojekî jî bi rehetî jiyan nekir hertim di nav şer debû.

Rewşa gelan wekî volkanekî hertim dikelî li firsetekî digeriya da ku bi teqe û azadiya xwe bi destbixe. Ji ber ku sîstema ku li ser wan hatibû ferzkirin ne li gorî daxwaziyê wan bû lewra di sala 2011 gel wekî pêlan herikîn qadan qiralên xweda yek bi yek hilewşandin.  Lê mixabin ji ber ku ne birêxistin kirî bûn bi ser neketin. Li hemberî vê yekê  gelê kurd ev bi dehan sala ye li berxwe dide xwedî tecrubeye heya roja me ya îro mîrasên şoreşe neolotîk di parêze lewra gavên xwe bi pîlan avêtin û xeta sêyem pecirand. Lewra şoreşa xwe parast û pêşde bir niha li hemû welatên Rojhilatanavîn şere gelek dewlet hilweşane, tiştek li holê nemaya gel di wendaya ne me dizanê cibike  tenê li ser xaka Kurdistan û bi taybetî Roj avayê Kurdistan şoreş her roj mezintir dibe sîstemeke demokratîk heye hemû gel cihê xwe dinav vê şoreşê de digre rêveberiyek li gorî taybet mendiyên gelan hatiya ava kirin. Tu cudatî di navber ol û netewan de tuneye.

Berovajiye wê her diçe tevlî dibin ji ber ku hêviyê gelan di şoreşa Kurdistanê de ye. Ji ber vê yekê sîstemên Dewlet parêz yê ku li ser şopa Sûmer û dehaqan di meşin xwe li hemberî şoreşa gelan ya ku gelê Kurd pêşengtiya wê dike ra nagire û hertim êrîş dike ji ber ku bi serkeftina şoreşa Kurdistanê hemû gelên Rojhilata navîn azad dibin û dewletên dagirker têk diçin. Ser dema ku em îro tê de jiyan dikin di şibehe serdema Med’an gelê Kurd îro pêşengtiya guhartinê di herême de dike û rehiştya barê hemû gelan lewra her diçe gelên herêmê di xwazin rastiya şoreşa Kurdistanê nas bikikn û tevlî bibin çawa gelê kurd 12 hezar sal B.M li Ruha pêşengtiya ji mirovatiyê kir û  îro bi saya felsefeya Rêber APO carake din gelê Kurd bi wê rolê dike.

Amed Denîz

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

Parveke

TAGS(ETIKETLER): KURD  PESENGTIYA  GUHARTINE  DIKIN    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.