CÎRANÊN ZENOBÎA Dİ ROJHİLATA NAVÎN DE 'HÊVÎ' YÊ Jİ NÛ VE ÇANDİN
Kadın / 19 Mart 2016 Cumartesi Saat 13:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Qralîçeya Şaristaniya Palmîrayê Zenobîa ku li benda jinên di axa wê de ne ji nû ve vejîne, bi derketina YPJ'ê re mirovên zanist jî îşareta ku di Rojhilata Navîn de serdemekî dema xwe ya dawî dide, kirin. Jinên kurd ji hemcinsên xwe re ji bo nasname-çand û wekheviyê dê çewa berxwedan bikin nîşan dide û berdewam dike

Li Suriyê ku şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên hovane jibilî qetilkirina bi hezaran mirovanên bê parastin cih û warên kevnare jî tune dike. Berhemiyên ji ber bajarê Palmîra ku di sala 1980'an de ketibû Lîsteya Mîrasa Cîhanê ya UNESCO'yê jî hilweşiya. Peykerên mirovan ên di goran de derheqê jiyana civakî ya Palmîrayan de dida

Ji hêla lêkolînvanan ve ku Palmîrayan, wek civakekî ku di nava Romayiyan û Mezopotamyan de mane û ji her du çandan jî bandor girtine, ji şêwaza lixwekirinê heta dan û standina civakî şopên Helen, Kurdistan û Pers an hene, derxistibûn holê. Beşek mezin a Mabeda Bel a ku sembola bajarê ku ji B.Z. sedsala 19'emîn de maye di encama êrişên DAIŞ'ê ve hatine hilweşandin. Mabedên bajarê kevnare de, gor û sitûnên di navê de hatine tar û markirin. 


Wateya Palmîra ku bi erebî tê gotin Tadmûr, bi zimanê suryanî û aramî tê wateya 'mucîze' yê. Bajarê mucîzeyan û ji ber di nava çolê de bi darên palmiyê dorpêçkirî ye navê 'bûka çolê' lê hatiye danîn, niha navê wê bi 'mîrateya mirovahiyê ya hatî qetilkirin' tê bîranîn.

Şervan Melîke: Zenobîa

Dema qala bajarê Palmîra tê kirin navê herî girîng a tê pêşiya me Melîke (Qralîçe) Zenobîa ye. Zenobîa ku di sedsala 3'yemîn de Melîkeyê Misirê bû ji hemcinsê an jî hemnîjadê Kleopatra ya vIII. tê, bi xweşikbûna xwe nav û deng bû. Qralîçe di dema rêveberiya wê de Lubnan, Filîstîn, Misir, heremên rojhilat û başurê Anatoliyayê di bin qontrola wê de bûn, her wiha bi zimanê Yunana kevnar, aramî, erebî û latînî dizanibû û di serî de nivîskarên yunanî yên wek e Homeros û Eflatûn dişopand.

Taybetmendiya Zenobîa ya herî derdiket pêş jî şervantiya wê bû. Zenobîa bi leşkeran re hespê dajot û ji ber dikaribû bi kîlometreyan bimeşiya wek e 'Qralîçeya şervan' dihat nasîn. 


Di Axên Cîranê Zenobîa De Vejîn

Îro jî li nêzî Palmîrayê, dîrok bi jinên bi çekdar re hevnasîn. Me wan li hemberê terorîstên ku hov û ji hemû nirxên exleqî dûr in, dema parastina cewherî ya gelê xwe dikin, dît. Kurdên Rojava ku di Başurê Kurdistanê de di sala 2003'an de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re dest bi lêgerîna şoreşê hate kirin, di 19'ê tîrmeha 2012'an de bi rizgarkirina Kobanê re derket zîrveyê, bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ku hêza pêşengtiya şoreşê dikir re derbarê paşeroja Rojhilata Navîn re di hêla leşkerî de pêşketineke girîng çêkir. Jinên kurd di sala 2012'an de bi lidarxistina konferansekî re di sala 2013'an de avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re, bi pratîkên xwe dane nîşandan ku derbarê jinê de gotineke wan heye.

Jinên YPJ'yî ku bi Silava re bûn deng, bi Arîn re bûne 'Agir', bûn tirs û xova dilê çeteyên DAIŞ'ê ku damarên çokên dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê qetandibûn. Jinên YPJ'yî ku li hemberê feraseta Selefî-cîhatkar ên jibilî têkoşîna gel jinê tune dihesiband wek e modelek derket pêş, ji bo Rojhilata Navîn riya ji nû ve ronahîkirina tarîtiyê vekir.  

Ev jinên çekdar ku ji kevneşopa berxwedaniya hezaran salan ên Kurdistaniyan hatine, di serî de bala jinên hemû jinên cîhanê û mirovahiyê kişandin ser xwe. Sekina têkoşeriya jinên kurd ku piştî Xwedawend Îştarê ne, ji qibeleya xwedawendaya gelên Anatoliyayê ya erdnigariya cîranê ye û yên ji pişt qralîçeyê şervan ê Palmîrayê Zenobîa mane re jî bûn mînakek.

Qralîçeya Şaristaniya Palmîrayê Zenobîa ku li benda jinên di axa wê de ne ji nû ve vejîne, bi derketina YPJ'ê re mirovên zanist jî îşareta ku di Rojhilata Navîn de serdemekî dema xwe ya dawî dide, kirin. Jinên kurd ji hemcinsên xwe re ji bo nasname-çand û wekheviyê dê çewa berxwedan bikin nîşan dide û berdewam dike...

 

Jîr Arjîn

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): CIRANEN  ZENOBIA  DI  ROJHILATA  NAVIN  DE  HEVI  YE  JI  NU  VE  CANDIN  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.