DESTWERDANA EREBİSTANA SİUDÎ Dİ SURİYÊ DE
Politik Analiz / 09 Mart 2016 Çarşamba Saat 11:24
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Erebistana Siudî 21 partiyên siyasî yên islamî hene, lê ev partî li dervî welat karên xwe dikin ji ber ku dewlet zextê li wan dike û nahêle ku ti partiyên siyasî di hundirê welat de kar bike

Erebistana Siudî wekî ku tê zanîn yek ji dewletên welatên Ereban e, li gel muslimana cihekî olî ye û xwedî giringiyek xwe heye. Bi taybet bajarê Medîne el Munewera, Meke El Mukereme hw. Hejmara niştecihê wê 31 miliyon e ji 94% niştecihê wê sunîne û di milê erazî de eraziya wê 2,149,690 km2.

Li Erebistana Siudî 21 partiyên siyasî yên islamî hene, lê ev partî li dervî welat karên xwe dikin ji ber ku dewlet zextê li wan dike û nahêle ku ti partiyên siyasî di hundirê welat de kar bike.

Avakirina Kowalisiyona İslamî:

Piştî şoreş li Yemenê destpêkir Erebistana Siudî destwerdana şerê Yemen ê kir û bi navê kowalisiyona Erebî li hember Husiyîn şer kir. Erebistana Siudî ji bo bikaribe destwerdana şerê li Suriyê û İraqê bibe Di 15/12/2015 Kowalisiyona İslamî li hember terorê avakir, ev kowalisiyon ji 34 dewleta pêk tê û navenda wê Riyaz e, li gorî rêgezên komaleyên alîkariyê yên islamî hate avakirin, armanca kowalisiyon ewe ku li hember hemu rengê terorê şer bike, erkên kowalisiyon perwerdekirina leşkeran, destekdayîna cebxane û êrîşên Hewayî, parvekirina agahiyên istixbaratî. Ev kowalisiyon armanca wê ya yekem ewe ku di bin navê yekbuna ereban  şerekî mezhebi di navbera hemu pêkhateyan de cêbike û li gorî berjewendi yê xwe destwerdana şoreşên yên li welatên ereban destpêkiriye, ji ber vê xwest ku alîkariya şerê Lîbya bike li hember rêxistina Daişê lê hukumeta Lîbya qebulnekir û wekî destwerdan di welatê xwe de dît.

Dewletên ku tevlî kowalisiyonê ne:

 Kowalisiyon Ji 34 dewleta tevlîne hem ji dewletên Ereban û hem ji dewletên ne Ereb lê muslimanin ji Asya û Efrîqa ne(Siudiye, Behrên, Kuwêt, Yemen, İmarat el Mutehîde, Qeter, Mesir, Lubnan, Urdun, Filistîn, Tunis, Somal, Sudan, Turkiye, Mexrib, Morîtaniya, Xîniya, El xabon, Bingiladêş,Tuxu, Sîraliyon, Lîbiya, Malî, Singal, Pakistan, Nîcîriya, Nîcir, Malîziya, Maldîv, Tişad, Benîn, Cizir el qemer, Cîbotî, Sahil el ac) nêzî 10 dewletên din jî piştgirî dan kowalisiyonê wekî İndinosiya.

Têkiliyên welatên kendavê bi dewleta Turkiyê re:

Têkiliyên di navbera dewleta Turk û Erebistana Siudî û Qeter di asteke jor de ye ji ber yekbuna armanc, serokê Cumhuriyeta Turkiyê Receb Teyib Erdoxan gelek hevdîtin bi emîrê Qeterê Şêx Temîm hemed el Senî û emîrê Siudiyê Selman bin Ebid el Ezîz kir,  di sala 2015 de bi Taybet dan û standin di navber wan de pêşket ji ber vê Alîkariya çeteyên Daişê di her milî de kirin.

Hevpeymana Erebistana Siudî û Turkiyê ji bo destwerdana Suriyê:

 Berdevkê fermî yê parastinê ê Siudiyê Ehmed El esîrî di 13 Şubat a 2016 ragihand ku Erebistana Siudî wê destwerdana Suriyê bikin bi hêzên bejahî leşkerî bi hejmarek nêzî 1500 leşker ji dewletên ku tevlî kowalisiyon islamî bune wê derbas bibin, dewleta Turkî dixwaze rejîma Esed li ser hukum rake di riya Erebistana Siudî li ser bingehê parastina ereban,ji ber ku dewleta Turkiyê tu mafê wê tuneye ku destwerdana Suriyê bike, Erebistana Siudî gelek balafirên şer şand  belafirgeha Încirlîk ya leşkerî, belafirgeha Încirlîk li Başur Turkiyê dikeve û bi rêveberiya hêzên taybet yên Emrîkî tê bi rêvebirin, Ev destwerdan bi pêşengtiya ABD ê di riya kowalisiyona navdewletî ya ku li hember Daişê hatiya avakirin.

Armanca Turkiyê û Erebistana Siudî:

Li gorî ku Erebistana Siudî dide xwuyakirin ku ermanca wan feqet ji bo li hemberî teröre şerbikin û welatên Ereba ji destwerdana dewletên derve derxe di bin navê biratiya Ereban û muslimantiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka li  Suriyê xwe mafdar dibîne ku destwerdana şerê li Surî bike. Lê di bingehê de gelek armancên veşartî hene,  Tukiyê û Erebistana Siudî dixwazin li hember rejîma Esed û hevalbendê wê wekî Îran û Huzbilaha Lubnanê şerbikin ji ber ku tiştê ku hişt rejîma Esed li ser hukumê xwe bimîne ev hevkariya di nava rejîm Esed û İran û Huzbulaha Lubinanê bu.

Li hemberî vê hevkariyê Erebistana Siudî û Turkiyê û Qeterê di destpêka şoreşê û heyanî anha hevkarî bi çeteyên wekî (Daiş, Cebhet el Nusra, Ehrar El şam)dikin, dewleta Turkî êrîşê xwe li ser Rojava zêde kir, hem êrîşî xeta sînor ji Cerablos heyanî Efrînê kir û hem nêzî 2000 çete di herêma Cerablos û Ezaz bi cih kir piraniya wan ji Turkî û Siudiyê ne.

li  gorî li hevkirina bi Erebistana Siudî re Dewleta Turk dixwaze milê bakurê Rojava desteser bike û herêmeke bi ewleh di navbera Koban ê û Efrîn ê avabike bi hinceta ku piraniyê sivîlên wê herêmê Turkmenin.

Erebistana Siudî  dixwaze şerekî mezhebî di navbera şîa û suna de çêbike û di riya sînorê Urdunê re derbasî başurê Suriyê bibe û dewleteke sunî  avabike.

Bi giştî suriya di Rojhilata navîn xwedî giringiyek xwe ya stratîjîk heye ji ber vê her ku diçe destwerdana dewletên derve ji bo pirsgirêka Suriyê bêhtir dibe, herî dawî de Cinêva 3 nagihaşt ti encamî ji ber ku her kes li gorî daxwazên xwe yên desthilatdarî nêzî şoreşa Suriyê dibin.


Sema Şiyar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com


Parveke

TAGS(ETIKETLER): DESTWERDANA  EREBISTANA  SIUDI  DI  SURIYE  DE  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.