FAŞÎZMA HUKUMETA AKP’Ê Û BERXWEDANA GEL
Okuyucudan / 11 Şubat 2016 Perşembe Saat 14:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
AKP’e bi rêya îslamiyet û Cemeetê, gel xapandiye û husa xwe daye qebul kirin, û buye desthilatdar. Dewleta AKP’ê dewleteke faşiste û tu têkiliyên wê bi sîstemeke demokratîkra nîne. Û dihêle ku civaka Turkiyê rastiya vê pergalê nasneke. Dewleta AKP’ê heta ji rêxistina DAİŞ’ê jî xeter tire. Ji ber ku AKP’ê qirkirinekî çandî, fîzikî û zihnî li ser civaka Turkiyê dimeşîne

AKP’e Çawa Buye Dewlet?

AKP’e bi rêya îslamiyet û Cemeetê, gel xapandiye û husa xwe daye qebul kirin, û buye desthilatdar. Dewleta AKP’ê dewleteke faşiste û tu têkiliyên wê bi sîstemeke demokratîkra nîne. Û dihêle ku civaka Turkiyê rastiya vê pergalê nasneke. Dewleta AKP’ê heta ji rêxistina DAİŞ’ê jî xeter tire. Ji ber ku AKP’ê qirkirinekî çandî, fîzikî û zihnî li ser civaka Turkiyê dimeşîne. Erdoğan her tiştî li gorî xwe dike, dibêje pêwîste yek Dewlet, yek Milet, yek Al, yek fikir be yanî Erdoğan dixwezê tene ji bû xwe dewletekê ava bike, ne dewleteke netewî be. Heta şerê ku anaha Erdoğan û hukumeta didin meşandin şerekî tene ji kesayeta xweye, ji bu gelekî, civakekî, netewekî tu hewildanên wî nînin. 

Polotikayên Hukumeta AKP’ê

Dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê li Bakurê Kurdistan ê ketina nava şerekî navxweyî. Dewleta AKP’ê dixwezê berhemên Kurdan bi zihniyet û şerê xweyî qirêj ji holê rake. AKP’ê ji ber desthilatdarî û cûdakeriya xwe dikare gelê ku li Turkiyê jiyan dike bixe nava qetliyamekî, ku ne li gorî mirovahiyê ye. Di avakirina APK’ê de heya roja meya îro bingehê zihniyeta AKP’ê desthilatdariye.  Ji ber êrîşên Dewleta AKP’ê û bênavber bûyina avêtina topan, gel êdî bi mirinêra roj bi roj jiyan dike. Lê dîsa AKP’ê dest ji qetliyamên xwe bernade. Her roj diçe hîn zêdetir hêjmara leşkerên xwe li qadan zede dike.

Hêza sereke ya ku destekê dide DAİŞ’ê AKP’ê ye. Ji ber çi ewqas navbera Erebîstana Suudî, Qeterê û Turkiyê xweşe. Ji ber Erebîstana Suudî û Qeter jî alikariyê didin DAİŞ’ê. Erdoğan dixwezê Erebîstana Suudî jî bi xwe ra bike heval û li dijî kurdan bide şixulandin. Ji ber vê ewqas hêza nîşanî wan dike ku çawa li hemberî Kurdan xurtin û dikarin şer bikin. Lê di rastiyê de armanca wî ya sereke ne ewe, armanca sereke ew ku Erebîstana Suudî û hin dewletên din bi xwe ra bike heval û husa encax bikare li dijî berxwedaniya Kurdan şerekî bike. Dît ku êdî DAİŞ li hemberî hêza Kurdan ya li Rojava nekarî bi serbikeve, nekarî Kurdan bi bin bixe û her çu yê serkeftî YPG, QSD, YPJ bûn Erodoğan tirsiya û dest ji DAİŞ’ê berda. Lê disa dixweze bi rêya Erebîstana Suudî û Qeterê DAİŞ’ê xurt bike û disa li hemberî kurdan bide meşandin.

Dewleta AKP’ê bi her awayî xwe li ser Kurdan deneme kir. Bi şerê piskolojî, bi qirkirina Çandî, fizikî û hewiha xwest êdî dawî li Kurdan bîne. Lê meyzekin bi her awayî polotikayên qirêj meşand, lê bi tu şêwazî negihîşete tu armancê û bi serneket.  

Rewşa Bakurê Kurdistan

 Li Bakurê Kurdistan ê bi taybetî jî li Cizîr, Sur, Silopî û Nisêbîn ê berxwedaneke dirokî tê meşandin. Li her navçeyekê zêdetirî mehekê ku bê navber topbarana delweta AKP’ê berdewame. Ev gel her roj bi cenezeyên zarokên xwe ra dimînin. Gele li Cizîrê bê navber li dijî dewleta AKP’ê bi rojane bi hemu hêza xwe yê heyî li berxwedide. AKP’ê bi zorê gel ji malên wan derdixe û malen welatiyan ji bu xwe dixe cihekî leşkeri, û ji xwera qaşo li dijî terorîstan şer bike bikar tîne. Ji ber vê yeke welatî nikarin tiştekî bejin, ji ber ku dema kesek tiştekî husa beje, bê ku tiştekî bike hemen bi îşkenceyan digire û dibêje tu piştgiriya teroristan dikî. Malen gel bi kepçeyên zirxî xirab dike, piştra bi nuçeyên xwe derew dibêje ji ber ku teroristan malen gel ji xwe ra kiriye xendek, gel koçber dibe. Nabêje em bê navber, bê ku bejin zarkoke, kale, pîre em didin ber topan.

Li navçeya Surê jî bê navber qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin, û haya niha jî berdewame. Dewleta AKP’ê êdî cihekî dirokî li Surê nehiştiye. Eynî tiştê yan jî qetliyamên li Cizîrê dide meşandin li Sur, Nisêbînê, Silopiyê jî heman şerê dimeşine. Êdî ti cudahiya di navbera şerê ku eşkere li Rojava dihate meşandin bi deste DAİŞ’ê û şerê ku niha li Bakurê Kurdistan ê de tê meşandin de nîne.

Li Hemberî Êrîşên AKP’ê Berxwedana Gel

Li hemberî faşîzma AKP’ê û Erdoğan berxwedana gel dîrokiye. Ji dama ku AKP’ê dest bi va şerê xwe yê topyekûn kiriye, ev gel bi rıjane bê navber li kolanan bi Yekîneyên Parastina Sîvîlan ra bi awayekî qehremanî li ber xwe dide. Ev berxwedan ji meha 12 ve heya roja me ya îro berdewame. Di êrîşên dewleta AKP’ê ya ku ji meha berfembarê de dest pêkiribû zêdetirî 165 kes ku di nava wande jin, zarok, ciwan, kal, pîr hebun jiyana xwe ji destdan. Bi sedan kes birîndar bûn. Li hemberî êrîşên AKP’ê yên bi her rengî, gelê li Bakurê Kurdistan ê bi taybetî jî Cizîr, Sur, Nisêbîn û Kerboran bi rengekî qehremanî roj bi roj li berxwe didin.  Her çiqas Dewlet û DAİŞ bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan bikin, her çiqas dijmintiya gelê Kurd bikin. Her tim wê yê serkeftî gele Kurd be, zaten heya niha jî li hemberî hemû êrîşan yê ku bi serdikeve Kurdin.

Helîn Hevî

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): FASIZMA  HUKUMETA  AKP  E  U  BERXWEDANA  GEL  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.