QSD Jİ BO SURİYÊ PÊŞEROJEKE DEMOKRATÎKE
Okuyucudan / 15 Ocak 2016 Cuma Saat 11:57
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Guhertin û pêşketinên şoreşa Surî di rewşeke ne diyare de ye, kes nizane wê rewşa Esed çawa be yan jî rewşa hêzên muxalifan wê çawa be, ji ber ku her ku diçe planên dewletên derve li ser Surî pir dibe, li gorî ku tê zanîn di Surî’de sê hêz hene; rejima Esed, Kurd û muxalefet lê her yek ji wan siyaseta û armanca wan ji hev çudaye

Guhertin û pêşketinên  şoreşa Surî di rewşeke ne diyare de ye, kes nizane wê rewşa Esed çawa be yan jî rewşa hêzên muxalifan  wê çawa be, ji ber ku her ku diçe  planên dewletên derve li ser Surî pir dibe, li gorî ku tê zanîn di Surî’de sê hêz hene; rejima Esed, Kurd û muxalefet  lê her yek ji wan siyaseta û armanca  wan ji hev çudaye.

Rejîma Surî û armanca Rusiya di Surî de:

 Ji berêve têkiliyê dewleta Surî û Rusiya di asta jor de ye û wekî  ku tê zanîn di dîrokê de hevalbendên hev  yên kevinin di mile têkiliyê diplomasi, aborî, leşkeri û her wiha.

 Piştî şoreşa li Suriyê  rola Esed lawaz bu  lê bidestek dayîna dewleta Rusiya yek ji dewletên xwedî hêz di dünya yê de rê da ku rejîm li ser desthilatdariya xwe dewam bike.

Ji ber wê rewşa rejîma Surî piştî alîkariya Rusîya jê re di her milîde hişt ku rejîma Surî  ji nüve hukmê xwe dirêj bike û mijarê çûna Esed ji holê rake heta hilbijartinê dewleta Suri  pêk were û bi taybet ev alîkarî di 2015’an de derket pêş, di milê leşkerî hem bi cihikirina  bargehên leşkeri di Derya yê Spî û hem êrîşên hewayî nêzî  2000 noqteyên ku tê de çeteyên Daiş’ê  û hêzên muxalif  bi cih dibun bombebaran kirin û  wekî  navendên wan yên leşkeri dihat nasîn  (REQA, DÊRA ZORÊ, İDLİP, bajarokên derdora Şam’ê).

Armanca Rusiya ya sereke ewe ku bi navê ku li hemberî çeteyan şer diki dest dayîna li ser cihê stratijîk wekî Heleb,  ji ber ku Heleb cihekî kevnare û bajarê duyemîn di Suriyê de di milê ardnîgarî û dimografiya xwe pir girînge. Rusiya  gelek balafir û bargehên xwe yên şer di balafirgeha  Latikiyê  bi cih kiriye ji ber ku bajarê Latikiyê piraniya gelê wê alîgirên rejîmênin û malbata Esed tê de ye. Rusiya dixwaze Derya’yê Spî têxe bin kontrola xwe de ji bo wê planên xwe li ser bakur û rojhilatê Suriyê berfireh kiriye.

Rejîm di destpêka şoreşê  heyanî niha di gelek cihan de xwedî hakmîyetekexwe heye mînak di Şam, gundewarê Şam’ê, Latikiye, Tertus, Heleb, Suydaa’de. 

 Ev  destekdayîn bi alîkarya Rusiya tenê namîne, dewleta İran û Huzbullah’a  Lubnan’ê ji perwerdekirina  leşkeran gelek fermandarên xwe yên pispor şandin Surî, û bi hijmarên mezin tevlî nava artêşa Surî dibin û şerdikin.

Bi giştî Rusiya û İran û Hizbullah’a Lübnan’ê alîgirên rejîma Esed’in, zaten ev hemu ji bo berjewendiyên wan yên taybet û gelek hewl didin ji bo rejîmê biparêzin, ji ber vê gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek komkujî pêk hatin lê tevî ewqas hovitî jî civaka navdewletî bê deng di mîne.

Qaşo hêzên muxalifin:

 Di mile din de hêzên muxalifên  Surî  hene armanca wan ewe ku rejîma Surî hilweşînin, dewletek islamî avabikin û piraniya wan di bin navê islamiyetê qaşo cîhadê dikin  sivîlan hedef dikin, komkujiyan  pêk tînin, Hêzên muxalif  5% di bin kontrola wan de ye.

Hinek grupên islamî Turkî  alîkariya wan dike wekî artêşa azad dixwazi dewletek islamî sunî avabike.

Artêşa islam ya ku dewleta Erebistan’a Siudî  piştgiriya wan dike, ev grup dixwaze dewletek islamî Umewî  avabike. Gelek grupên din dewleta Qeter alîkariya wan dike.

Hinek grupên islamî wekî Daiş di bin nave cîhadê şer dikin û dixwazin dewletek islamî li Şam û İraqê avabikin. Piranîya wan li bajarê  Reqqa, Dêra Zorê û İdilib’ê cihê xwe digrin.

 Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra alîkariya xwe ji Turkî digirin ji bo wê li bakurê Surî şerdikin  û êrîşî kantona Efrîn’ê li ser sînor dikin da ku  Cerablûs û Ezaz têxin bin kontrola xwe de ji ber ku li Cerablûs’ê Turkmen hene, Turkî dixwaze bi riya Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra bi hinceta parastina pêkhateya Turkmen derbasî Cerablûs bibe û herêmek ewleh avabike ji bo kantona Kobanê û Efrîn’ê nebi yek.

Riya di navbera Heleb û  Ezaz, Ezaz û Efrîn  riyên  serekene ji ber vê  dijmin Efrîn dorpêç kiriye û her tişt li ser qut kiriye.

Yekbuna fikir û armanc:

Rejim û hêzên muxalif yan jî çete, fikrê wan yê yek ol û yek netew, yek dewlet, derket holê. Ji ber wê gel pêwistî bi hêzek ji  bo hemu pêkhatî tê de cih bigrin dîtin daku parastina xwe bi xwe bikin ji ber ku grupên çekdar dixwazin her kesî bi hovitî bikin musliman. Her kes dixwazi li gor berjewendiyê xwe gel birêvebibe û pêkhateyên din li ku derê bin û çawa jiyan bikin ew jî ji wan re ne girînge, yan wê bibin wekî wan hov û zilm û işkence li gel bikin hetanî ku bibin kole û li hemberî tiştên ku dibe bê deng bibin û qebulbikin.

Hêzên Suriya demokratîk  û rola wê:

Di 11 / 10/2015  hêzên Suriya demokratîk  QSD ê hate ragihandin, ev  hêz beşek leşkeriye ji hemu pêkhateyan pêk tê wekî Ereb, Kurd, Suryan, Elewî, Turkmen, şîaa û h.w.

yekîneyên ku tê de cih digirin: kowalisiyona Erebî, Surî, Artêşa Siwar, hêzên Senadîd, Burkan El Furat. Kombunên taburên Cizîrê, meclisa leşkeri ya suryanî, YPG,YPJ.

•             Armanca wê ewe ku parastina hemu pêkhateyan bike û avakirina civakek xweser ne tene ji bo  netewek  yan ji bo mezhebek, ev hêz ji bo hemu gelên Surî pêşerojek  azad û demokratik hêvî dike û li ser wî bingehî tekoşîna xwe berdewam dike û her ku diçe gelek tabure tevlî dibin ji ber ku bawerî bi idiyolojiya wê tînin û naskirine ku çawa rêveberiya xweseriya demokratik ji bo hemu civak bê cudabun pergalek wekhev avakiriye û parastina sivîlan kiriye dê ev hêz jî jiyaneke aram avabike.

Hêzên Suriya demkratîk 16%  di bin kontrola wê de ye  û bi taybet di demên dawî de gelek gund û cihên stratîjîk wekî gundê Tinib, Keştar, Şewarxa,  Bendava Tişrînê, ev hêz di demek kin de serkeftinîn cur be cur bi dest xist ji  ber vê metersiyek li ser dijmin û dewletên derve çêkir.

Li gorî ku tê xwiyakirin DAİŞ bi taybetî dê bi aqilmendiya Tirkiyêyê êrîşen xwe yên li ser QSD’e bidomîne, Lê di çarçoveya peymana bi Tirkiyê re, DAIŞ wê ji rojhilatê Ezaze xwe vekişîne

u çeteyên Ehrar El Şam, El Nusra û Sultan Murad li heremê bicîh bike. Li aliyê din ger ku DAİŞ ji aliye hêzên QSD’e ve ji Minbice bê derxistin, wê rejîma Suriyeyê jî hewl bide ku li herêma

Babe bi cih bibe.

Bi giştî planên dijmin li ser Surî perfireh dibe, dewleta Tirk û rejîma Surî gelek hewldidin ji bo  QSD ‘e li suriyê bê bandor bihêlin û tunebikin.

 Bi tevî ku gelek şoreşên rabune ne gihiştine encamên serkeftî ji ber  yekbuna  dewletên desthilatdar, lê şoreşa li Rojava  û Surî dê encamek serkeftî bi dest bixe, ji ber ku idiyolojya wê azadiya hemu pêkhateyane, gel bewerî bi vê pergalî anîne û heyanî ku bighêjen azadiyê dê bi tekoşînek bê hempa li ber xwe bidin.

 

Sema Şiyar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): QSD  JI  BO  SURIYE  PESEROJEKE  DEMOKRATIKE  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.