AKP’Ê BEHSA MiSLiMANTİYÊ DİKE
Okuyucudan / 27 Aralık 2015 Pazar Saat 09:00
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mislimantî tê wateya civakbuyînê û aşîtiyê. Kesê ku bêje ez mislimanim pewîste gor vê yekê jîyan bike. Di rojhilata navîn de gelek dewletên heyî bin navê Mislimantiyê kar dike. Gelê ku heyî dixwazin bi van gotinan bi rêvebibin. Yek dewletan ji van jî dewleta tirk û hikûmeta AKP’ye

 Mislimantî tê wateya civakbuyînê û aşîtiyê. Kesê ku bêje ez mislimanim pewîste gor vê yekê jîyan bike. Di rojhilata navîn de gelek dewletên heyî bin navê Mislimantiyê kar dike. Gelê ku heyî dixwazin bi van gotinan bi rêvebibin. Yek dewletan ji van jî dewleta tirk û hikûmeta AKP’ye.

Em binêrin AKP çiqas mislimane:

Mislimanek mislimanekîre nabejî ne mislimane, wê demê AKP’ê? AKP’ê maf di xweda dibîne ku li ser hin rêxistinan bibêje ne mislimanin.  Di bin van nirxandinan de acaba rastîyekî dibeji an jî rastiya xwe vedişêre. Bi vê veşartinê AKP ê tenê xwe dixapîne, ti kesî nikare bixapîne. Her roj li ber cave ku çawa firsend dibîne hema mizgeftan dide ber guleyan, wisa dike ku di wir de terorist hene, le belê  armanc û hedefa wî cuda ye.

Ew di bin nave “ez welatê xwe diparêzim ji terorîstan” her derê di bin xwînê de dihêle. Lê ew nizane êdî ne di wê astêdaye ku vî rastiya li ber çav ji vî gelî veşêre. Mislimantiyê de ewe ku mirovek ger mirovekî bikuje û wekî ku hemu mirovan dikuje. AKP’ê her roj ne bi yek bi dehan kesan dikuje. Dikare bibêje ji ber welatê xwe ez van zarok û ciwanan qetil dikim?

Êdî AKP’ê li hemberî ev gelê berxweder nikare rastiya ku bi zanebun dike veşêre yan jî berxwe bide. Armanca wî ne mislimantî ne jî welat parêziye lê tenê dixwaze hêza xwe nîşanî dewletê Yekitiya Ewropa bide. Ji bo tenê bikeve nav dewletên yekbuyî her roj vî gelî di ber qetlîaman re derbas dike. Yê ku wisa bike mislimane?

Lê bila vê xeyala ku her xeyal dike tenê di xewna xwe da bibîne. Misliman ewe ku ji bona ku mirov kom bibe û dua bike ji xudê û teale re cih avadike. Naçe mizgeftan neşewitîne yan jî malên xudê nade ber topan. Wê demê parastin û Mislimantiya AKP’ê û Erdoğan li kur dimîne?

 

Vê care hûn bêjin çiye mislimantî? An jî tiştê ku AKP e dike Mislimantiye?

Ka em binêrin di 5 mehan de dewleta AKP’ê çend zarok qetil kirine?

 AKP’ê 44 zarok di nava 5 mehan de qetil kirine. Zarokê herî biçok  yê şirnaxê mehmed tahîr yaramış yê 35 rojî ku hati bu qetil kirin  hêja cavên xwe li dunyayê venekiri bu. Û bi dehan zarokên wekî mehmed tahîr yaramış, ku bi destê hovîtiya Erdoğan û Hukumeta AKP’ê hatinî qetil kirin hene. Wekî Hasan Yılmaz, Tevriz Dora, Elif Şimşek, Fırat Simpil, Ali Kaval, Ruken Demir, Helin Şen û her wiha wekî wan pir hene. Em ê kîjanê bînin ziman kijanê jî nebêjin. Ma qet qetil kirina van zarokan bi dawî dibe. Wê demê misilmantî û mirovatiya dewleta AKP’ê li kur dimîne. Me ev hovîtiya bê sînor ya Erdoğan û AKP’ê li kijan zagonê tê qebul kirin.

Ka bila Erdoğan û hukumeta AKP’ê bêje ma van zarokan şoreşek li hemberî wan rakiribun, yan jî ji pariyê devê wan xaribun. Ma çi guneha van zarokên ku li pêşiya malên xwe dilîstin hebu yan jî ma wan zarokên ku ji tirsa ra ji polîsan direviyan, ma AKP’ê nabîne ku zaroke, lê xwe dike ku terorîstin û wan hedef digire di cih de qetil dike yan jî dewleta AKP’ê wê bi lêxistin zarokan heyfê ji kurdan hilîne. Hêja ev zarok wateya terorîst bide nizanin. Tenê daxwaza wan ewe ku bi azadî di cih û warê xwe de bijîn. Lê ka binêrin AKP’ê li wan çikir; her tişt li wan reş kir û nehîşt ku ev zarok ji vê jiyanê rojekî xweş bide jiyan bikin.

Ji bilî qetil kirina ewqas zarok, xudê dizane çi qas jinên bi temên mezin ku ji destê wan tiştek nayê qetil kirêye. Yan jî çend mizgeft yanê malên xudê hilweşandine.

Ma qey wê Erdoğan û dewleta AKP’ê wê bi xunê ji xwera dewletekê avabikin! 

Ka em meyzekin dema leşgerek yan jî polîsekî tirk tê kuştin, Erdoğan û dewleta AKP’ê çi dibêjin?

Peyva wanî destpêkê ewe: Hîn ciwan bu, hêja ji jiyana xwe ti xweşî nedîtibu, hêja nû zewicîbu, hêja nû zarokekî wî çêbibu.

Ma ev zarokên her roj têne kuştin jî ne zarokin, ew jî ne zarokên vî welatîne,mafê wanî jiyanê jî nine,ew jî ne xwedî azad jiyan kirinêne. Çima tu dunya li hemberî vê hovîtiyê bêdeng dimîne. Ka bêjin tu dewlet bi vî rengî nêzî gelê xwe dibe, ji bo wan zarok, jin, ciwan, kal, pîr, ferq dike. Ku bêje ev turke ev kude ev jî elewiye.

Lê dewleta AKP’ê yek ji qanûnên mirovatiyê û mislimatiyê bi cih nayne!

Helîn Hevî

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  AKP  E  BEHSA  MiSLiMANTIYE  DIKE  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.