Amed dê 3 Rojan Bibe Bajarê Jinan
Kadın / 24 Şubat 2010 Çarşamba Saat 17:37
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), starta xebatên 8'ê Adarê, bi dirûşma ''Jin, di sala 100'emîn de, dê bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin" da û

Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), starta xebatên 8'ê Adarê, bi dirûşma ''Jin, di sala 100'emîn de, dê bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin" da û bernameya xwe diyar kir. Di çarçoveya pîrozkiran de dê Amed 3 rojan bibe bajarê jinan.

 

Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi minasebeta 100'emîn salvegera 8'ê Adarê li Komeleya Jinan a Cerena daxuyaniyek da çapemeniyê û starta xebatên 8'ê Adarê da. Di daxuyaniya DOKH'ê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Endama MYK'ê ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Nursel Aydogan, Şaredarên navçeyên Baglarê Yuksel Baran, Gêlê Petek Çapanoglu, Bîsmîlê Cemile Emînoglu Wekîla Meclîsa Giştî ya Bajar Semra Azîzoglu, Endama Rêveberiya Selîsê Perîhan Kaya amade bûn. Rêvebera Selîsê Perîhan Kaya, diyar kir ku DOKH'ê îsal bi dirûşmeya 'Jin, di sala 100'emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin." dê li qadan bin û dê 3 rojan Amedê bikin bajarê jinan.

 

Kaya, anî ziman ku dê têkoşîna xwe li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Abdullah Ocalan pêk hatiye bidomînin û wiha got: "Em dê tekoşîna xwe li dijî nasnekirina nasnameya kurd, qedexekirina zimanê dayikê, newekheviya cinsiyeta civakê, polîtîkayên înkar, îmha û qetilkirina xwezayê re bi hêztir bidomînin." Kaya, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser 100'emîn salvegera 8'ê Adarê û got ku bi vê minasebetê dê Amedê 3 rojan bikin bajarê jinan.

 

Kaya, destnîşan kir ku jin dê li Amedê daxwazên xwe yên wekî mafên zarok û mirovan, hewcedariya demokratîkbûna siyasetê, qetilkirina xwazeyê û xizmetên wekhev bikin û wiha axaftina xwe dom kir: "Em li gorî daxwazên xwe tevdigerin û ev tişt li dijî berjevendiya zîhniyeta serdest e. Li şûna şer aştiyeke civakê, li şûna kedxwariyê pergaleke edîl, li şûna nîjadperestî, şoven û yek tîpbûnê pergala demokratîk konfederal dixwazin."

 

'Herî zêde jin rastî binpêkirinê tên'

Kaya, destnîşan kir ku herî zêde jinê ji ber şer zirar dît û ji ber wê jî jin parastina aştî, wekhevi û demokrasiyê dike. Kaya, polîtîkayên hikûmetê jî rexne kir û wiha axaftina xwe dom kir: "Hikûmeta AKP bi salane polîtîkayên şer didomîne û niha ligel operasyonên leşkerî, partiyên siyasî digire, bi sedan aktîvîstên DOKH'ê û siyasetmedarên kurd û bi tevahî hezaran jortir kes girt. Ligel, şer, kuştin, şewitandina gund, windakirina faîlên van nediyar, dîsa jî ji rantxurên siyasî û aborî daxwazên aştî hate kirin. Pergala serdest guhê xwe dengê aştiyê re girt. Bi navê hewldanên demokratîk çareseriyê ke sûnî pêş xist û xwest kurdên dewletê ava bike. Ji bo aştiya civakê divê muxatab bên nasîn û nexşerê bê qebûlkirin." 

 

Kaya, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi sala ne bedêlên mezin dane û di 100'emîn salvegera 8'ê Adarê de bi dirûşma 'Jin, di sala 100'emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin." li dijî înkar, îmha û polîtîkayên tasfiyeyê li qadan bin.- –DÎHA


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.