Jİ SEDÎ 61.1 HİKUMETA HERÊMA KURDİSTANÊ Lİ DİJÎ RÊVEBİRİYA XWESERE
Anket Sonuçları / 18 Aralık 2013 Çarşamba Saat 09:18
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di dema ku herkes niqaşên li ser pirojeyê dikir û nêrînê cûda derdiketin holê dest avête xebata anketê û di navbêra 02.12.2013 û 13.12.2013an de bi dawî kir. Ankêta mijara gotinê li ser projeya Rêveberiya Xweserîya Demokratîk, li bajarên Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbespiye, Çilaxa, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Rimêlan, Serêkanîye û Hesekê yên herêma Cizirê ya Rojavayê Kurdistanê anketek çêkir.

Navenda ROJAVA ya lêkolînên stratejîk NRLS li ser esasê pêwistiyeke hemdemî, dîrokî û stratejîk beriyan 2 rojan Anketek li darxist. Anketa mijara gotinê di derbarê nêrîna siyasî û daxwezên Kurdên Rojava û helwesta welatên navçeyê û naventewî û astengiyên li pêşiya vê rêvebiriyê çine hate li çêkirin. Dîsa di anketa navenda NRLS'ê de pirsa li ser navê ka wê rêveiriya xweseriya demoratîk bibe hîma çareseriya ji bo pirsgirêkîn rojane di nava gel de rastî eleqeyeke mezin hat. Ji bo em hîn  ji nêz ve nirxandinê xwe li ser Anketê bikin me pêwîst dît ku em weke malpera lekolîn.org bi were parvebikin.

Li gorî anketa ku derbarê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hate kirin de, ji % 83.8'ê gelê herêmê projeyê qebul dikin û bi çavekî erênî lê temaşe dikin. Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) di dema ku herkes niqaşên li ser pirojeyê dikir û nêrînê cûda derdiketin holê dest avête xebata anketê û di navbêra 02.12.2013 û 13.12.2013an de bi dawî kir.  Ankêta mijara gotinê li ser projeya Rêveberiya Xweserîya Demokratîk, li bajarên Dêrik, Dirbêsiyê, Tirbespiye, Çilaxa, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Rimêlan, Serêkanîye û  Hesekê yên herêma Cizirê ya Rojavayê Kurdistanê anketek çêkir.

Li gorî grafîka anketê di navbera 619 kesan de hatiye pêkanîn. Ji van kesên sedî 73.5 zilam, sedî 26.5 jî jin in. Her wiha sedî 88.7 kurd, sedî 7.3 ereb, sedî 3.2  suryani sedî 0.8 jî ji pêkhatiyên din pêk hatin.

Ji kesên ku beşdarî anketê bûne sedî 96 diyar kiriye ku haya wan ji projeya Rêveberiya Xweserîya Demokratîk heye, sedî 60'an jî gotiye ku wan proje fêm kiriye. Ji kesên ku tevlî anketê bûne sedî 76 destnîşan kirine ku ev proje temsîla hemû pêkhateyên herêmê dike.

Beşdarên anketê sedî 75'an destnîşan kiriye ku ev proje dikare her sazî û partîyan bi rêve bibe. Di anketê li ser pirsa, "Li hemberî Xweserîya Demokratîk çi astengî hene?" ji beşdaran sedî 30'an bersiva "Êrîşên ji derve tên" daye. Li ser pirsa, "Xweserîya Demokratîk dikare pirsgirekên navxweyî çareser bike?" sedî 66.2'yan bersiva "Erê" daye. Ji sedî 81.7'ê beşdarên anketê jî pirsa "Proje dikare pirsgirekên rojane çareser bike yan na?" wekî "Erê" bersivandiye. Her wiha ji beşdarên anketê sedî 83.8'an gotiye ku ev proje wê biser bikeve. Her wiha ji sedî 61.1 beşdarên Anketê gotin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê nehênî li vê projeya Rêvebiriya Xweseriya Demoratîk dinêre.



Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info



Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.