TEV-DEM: Vîna Gelan Bi Tank Û Topan Nayê Şkandin
Röportajlar / 29 Temmuz 2012 Pazar Saat 09:23
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Endamê Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Rojavayê Kurdistanê Şahoz Hesen, pêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Endamê Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Rojavayê Kurdistanê Şahoz Hesen der barê geşedanen dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de da zanîn ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de zemînê xwe bi rêxistinkirinê bi her awayî xwe pêş xistiye û got; “Xweseriya demokratîk di vê wateyê de ji bo hemû Suriyeyê modeleke çareseriyê ye.” Hesen bang kişand ser gefên Tirkiyeyê û got; “Tu kes û hêz bi tank û topan nikare vîna gelan bişkîne.”

Endamê Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Rojavayê Kurdistanê Şahoz Hesen, pêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand û bal kişand ser xeteriyên piştî rejîm Esad û got; “Em nizanin helwesta dewletê dê li hember vê yekê di dema pêş de çawa be. Di be ku helwesteke êrişkar jî pêş bixe.” Hesen ji bo Sûriyeyê pêşniyara modela Xweseriya Demorkatîk kir.

HELWESTA DEWLETÊ DÊ PIŞTRE DIYAR BIBE

Rejîma Suriyeyê gef li kurdan xwar lê niha bi awayekî ber bi çav tiştek xuya nake. Gelo di dema pêş me de wê di navbera rejimê û kurdan de şer çêbibe?

Di dema borî de Rojavayê Kurdistanê li hin bajarên wek Qamişlo, Kobanê û heta li Helebê hin êriş li ser kurdan çêbûn. Lê ev êrîş bi awayekî plankirî bûn û yekser li ser navê dewletê nehatin kirin. Hîn zêdetir bi destên “Pêxwasên” xwe dan kirin. Lewma li hemberî pêşxistina Xweseriya Demokratîk û xwedîderketina gel ya li sîstema xweseriyê ne rihet bûn. Yanî heta niha yekser bi awayekî aşkera û fermî li gel û tevgera me gef nehatiye xwarin û zêdetirîn bi rêya hin komên girêdayî xwe xwestin êrişan bikin. Lê ev yek jî li hember bersîvdayîna gelê me bê encam man. Di qonaxa ku em hatinê de li Rojavayê Kurdistanê êdî gelê kurd hate wê astê ku bikare xwe bi rê ve bibe. Lewma di pêvajoya sal û nîvî de di vî warî de xebatên gelek mezin hatin kirin û gavên girîng hatin avêtin. Yanê bingeha xweseriyê heta astekê hate danîn. Ji ber ku li gelemperiya Suriyê rewş ne aram e û pirsgirêkên ewlekarî û parastinê yên cidî hene ji ber vê jî pêwîst dikir ku kurd jî xwe biparêzin. Ji bo vê jî li hîn bajarên rojava gelê kurd dest danî ser rêveberiyê. Em nizanin helwesta dewletê dê li hember vê yekê di dema pêş de çawa be. Di be ku helwesteke êrişkar jî pêş bixe.

Beriya demekê rêveberiya Esad karanîna çekên kîmyewî anî rojevê. Gelo gumanên we yên li hemberî vê yekê çi ne?

GUMANÊN JI ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Em di wê baweriyêde ne ev yek amadekariyên ji bo destwerdaneke derve ne. Hêzên derve bi vê yekê dixwazin bingeha destwerdanekê li ser Suriyeyê amade bikin. Heman tişt ji bo Iraq û Libyayê jî gotibûn. Lê tu çekên kîmyewî nehatin dîtin. Ya ku me dixe nava fikaran ew e ku rejima Suriyê dibêje "ger destwerdaneke derve çêbibe ez ê çekên kîmyewî bi kar bînim". Ger tiştekî wisa çê bibe ji bo Suriyeyê dê rewş gelek xeternak be.

EV YEK RASTIYÊ NAGUHERÎNE

Hewldanên we yên azadkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ragihandina cîhanê ve nehate dîtin an jî kêm xistin rojeva xwe. Li gor we sedemên vê çi ne?

Ji ber ku gelek hêz naxwazin kurd bigihîjin statuyekê. Ev polîtîkayeke taybet ya hêzên navnetewî ya li hember Kurdan e. Di vir de dewleta tirk jî bi bandor e. Lê rastiya heyî cuda ye. Eger ragihandina cîhanê ev yek negirtibe rojeva xwe ev rastiya vê şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê naguhere. Îro ragihandina kurd jî gihiştiye qonaxeke gelek girîng. Ji bo ku em bikarin rastiya xwe û tekoşîna xwe ya azadiyê bigihînin gelên cihanê ragihandina me têra me heye.

Li hember vê pêngava ku we pêş xist helwesta qada navnetewî çawa ye?

Ev gavên hatin avêtin ji bo hemû Kurdistanê bû sedema kêfxweşiyê. Hemû kurdan ji şoreşa azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê gelek moral û heyecan girtin. Di heman demê de muxalefeta hundur ya Suriyê jî ev gava ku gelê kurd avêt bi rêz û kêfxweşî pêşwazî kir. Lê hîn dijminên kurdan yê weke dewleta tirk nerazîbûna xwe ya li hember vê anîn ziman û serokwezîrê tirk gef li kurdan xwar. Li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê leşker kom kirin û gotin "Em ê mudaxele bikin û em vê yekê qebûl nakin". Dewleta tirk bi her awayî alîkariyê dide artêşa azad lê dema kurd dibin mijar dijmintiyê dike û gefan li kurdan dixwe. Ji bo dewleta tirk ya faşîst kurdek li ku derê hebe divê mafê wî yê jiyanê nebe. Îro gelê Rojavayê kurdistanê hindik maye şoreşa azadiyê bigihîne serkeftinê. Ev jî encama keda rêber Apo ya bi dehan salan û tekoşîna azadiyê ye. Ti kes û hêz nikare pêşî li vê şoreşa azadiyê bigire. Eger dewleta AKP'ê rastiya kurd baş naxwîne, îro rewşa rejima BAAS çiye, sibê wê rewşa rejima AKP'ê jî ew be. Pêwîste dewleta tirk û rejima AKP'ê şûna ku li kurdên perçeyên din gefan bixwin divê ji bo pirsgirêka kurd ya li bakûr gavên çareseriyê bavêjin.

Tirkiyê û Konseya Netewî ya Suriyeyê gef li we xwarin. Hû vê yekê çawa dibînin?

Konseya Netewî ya Suriyeyê ji xwe bi fermana dewleta tirk tevdigerin. Armanca wan dewleta tirk razî kirine. Helwesta dewleta tirk ya dijmintiyê ye. Li dijî îradeya gelane. Lê vîna gelan bi tank û topan nayê şkandin. Îro li Suriyeyê jî heman tişt dibin. Lê ev dem dema gelan e. Tu kes û hêz bi tank û topan nikare vîna gelan bişkîne. Dewleta tirk ev 30 sale dike lê encam negirtiye. Ji gelê kurd re dijmintî kirin û gelê kurd tehdît kirin bi tu kesî nade qezenc kirin. Tehdîtên tu kesî û hêzê nikare hêza gelê kurd bişkîne û gav paşde bide avêtin.

Nêzîkatiya Îranê di vê mijarê de çawa ye, an jî di vê mijarê de texmînên we çi ne?

Berê di mijara pirsgirêka kurdan de Tirkiye, Suriye û Îran xwedî heman helwestê bûn. Ji ber her parçeyekê Kurdistanê di bin destê van dewletan de bû. Heta ku ev şoreşa gelan dest pê bike jî li hember gelê kurd û tekoşîna azadiya kurd di nav hevkariyê de bûn. Van hersê dewletan jî bi salan bi hev re hevkarî dikirin û zilm li kurdan dikirin. Lê ji ber helwesta tirk ya li hember dewleta Suriyê, aşkere nebe jî ev hevkariya Îran û dewleta tirk parçe bû. Niha parçeya duyemîn ya mezin ya Kurdistanê di bin destê rejima Îranê de ye. Dewleta Îranê jî bi dehan sal e li kurdan zilmê dike û kurdan bi îdamê tehdît dike. Bê guman ji vê rewşa li Rojavayê Kurdistanê kêfxweş nîne.

BI ÇÛYÎNA ESAD ÇARESER NABE

Li gor we piştî Beşar Esed ev rewşa şerê navxweyî wê li Suriyê dewam bike?

Rewşa niha heyî nîşan dide ku Suriye ber bi şerekî navxweyîve diçe. Vê yekê hêzên ku çek di destê wan de heye wê diyar bike. Bi çûyîna Esed û pêre pirsgirêka Suriyê çareser nabe. Ji ber ku di qada navnetewî de gelek hesab û bazartî li ser Suriyê hene. Rewşa dewletên herêmê heye. Minak rewşa Îsraîlê heye. Ev şer tenê şerê nava Suriyeyê de nîne. Di heman demê de şerê derve ye jî.

Ger şerê navxweyî dewam bike ew herêmên ku we azad kirine, hûnê karibin binesaziya wê ya aborî, tendurustî, perwerdê hwd. ji her alî de biparêzên?

Di vê sala ku me li pey xwe hişt de gelê kurd li rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de zemînê xwe bi rêxistin kirinê bi her awayî pêş xist. Ji aliyê aborî bigire heta parastinê, ji tendurustiyê bigire heta perwerdê û xwe bi rêvebirinê de di asteyek girîng de sazîbûna xwe pêş xist. Îro ev şerê ku li Suriyê de dimeşe ger hîn dijwartir bibe jî xebatên me yên di vî warî de wê bê navber dewam bikin. Emê rêxistinbuyîna xwe bi her awayî pêş bixin û bi vî awayî xwe biparêzin. Ev avakirina herêma xweser hem di çareserkirina pirsgirêka kurd de pêngaveke girînge û hem jî demokratîkkirina Suriyê de modeleke girînge. Xweseriya demokratîk di vê wateyê de ji bo hemû Suriyeyê modeleke çareseriyê ye.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.