Selma Irmak: Bila Dîrok Bibe Şahidê Serpêhatiya Me
Kadın / 21 Şubat 2012 Salı Saat 16:44
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya Girtî Selma Irmak, der barê çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê nameyek şand.

Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya Girtî Selma Irmak, der barê çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê nameyek şand. Irmak, di nameyê de diyar kir ku kesên agir bin, agir nikare wan bişewitîne û wiha got: "Têkoşîna bi rumet a li hemberî zulmê dê bi bigîne buhara bi kulîlk. Li gel her tiştî serê me li hemberî gelê me bilind e. Xezîneya herî dewlend a mirov jiyana bi rûmet û watedar e.

Çalakiya parlementerên BDP'ê û Eniyê ya ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Parlementerên BDP'ê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz a bêdem û bêdorvegre ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, operasyonên siyasî û leşkerî û komkujiya li ser gelê kurd berdewam dikin şermezar bikin, dane destpêkirin, berdewam dike. Parlementerên BDP'ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, duh bi armanca piştgiriyê bidin Irmak û Sariyildiz, ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî, diyalog, muzakereyê çareser bibe, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji bo operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibe li navenda giştî ya BDP'ê dest bi gireva birçûbûnê kiribûn. Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya Girtî Selma Irmak jî têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya parlementerên BDP û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê nameyek şand. Irmak di nameyê de diyar kir ku marolê wan pir bilind e û wiha got: "Kesên agir be agir wan naşewitîne. Berxwedana li hemberî zulme dê me bigînei biharek rengîn. Dê dîrok bibe şahidê me. Li gel her tiştî li hemberî gelê me em serbilind û ruyê me sipî ye. Tiştê ji bo mirovan heri bi qîmet jiyane bi wate û rûmet e.

Nameya Irmak wiha ye:

Hevalên hêja û bi qîmet; Ez we hemûma bi hezkirin û hevî hembêz dikim. Çalakiya we hêz da me. Ez li ser navê hemû hevalan silav û hurmetê xwe pêşkêşî we dikim. Di pêvajoyek wisa de em mil bidin mil û bi hevre têkoşînê bilind bikin pir watedar e. Em îro di 7'emîn roja çalakiyê dene. Moral û heza me pir bilind e. Min tu carî xwe wisa sivik nedîtibû. Di roja 3'emîn a çalakiyê de hevalên Ayla û Sebahat em ziyaret kirin. Piştî nîvro Gultan û Selahattin hatin em ziyaret kirin. Di saetên êvarî de hevala Aysel em ziyaret kirin. Rojek pir tije derbas bû. Em pir bi hêvî û coş in.

Agir agir naşewitîne'

Hevalên bi rûmet, pir aşkereye ku em di pêvajoyek pir zahmet re derbas dibin. Lê kesên ku vê têkoşîna bi rûmet hildibijêre ji destpêkê de cilên bi agir li xwe kiriye. Ji xwe kesên agir be agir wan naşewitîne. Têkoşîna li dijî zilmê dê me têxe nava buharek bi gul û kulîlk. Em li hemberî gelê xwe serbilind in.

Hevalên hêja kesên li girtîghan mane dizanin hêza herî mezin yekîtiya dil û bîr û baweriyê ye. Em jî hewl didin ku dilê xwe bi hêza we mezin bikin. Em dê her tim bi moral û bi hêz bin. Niha li girtîghê hewaya cejnê heye. Em dîsa silavên germ ji were dişînin. Bi hêvî, bawerî û hürmet.

Girtîgeha Tîpa E ya Amedê Selma Irmak

Enqere/DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.