Jina Kurd Di Dîrokê de
Kadın / 27 Temmuz 2011 Çarşamba Saat 15:29
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di dîrokê de û sazîbûna civakê de rola jin bi taybet gelekî girînge. lewma ew civakên ku bêyî rola jin û rengê jin sazbûne nîvcone û misoger, ne serkeftîne.

Di dîrokê de û sazîbûna civakê de rola jin bi taybet gelekî girînge. lewma ew civakên ku bêyî rola jin û rengê jin sazbûne nîvcone û misoger, ne serkeftîne. Di dîrokê de jî hatiye gotin û nivîsandin ku civak bi xwe jî, ji bedena jin û bi xemla jin hatine avakirin. Jin her çar sitûnên ku malbat jê pêtê û di heman demê de ew hokera hindikayiyan temam dike. Yan em pir eşkere dikanin bêjin ku jin bi gîştî ew hebûna ku devjênegere û di wateya avakirina civakên demokratîk û pêşketî de ye.

Lê gelê Kurd ev bi salane ku bi qirkirin, talankirin, çewsandin, înkarkirin û tinebûnê re rû bi rûye. Hêdî hatiye rewşekê ku ev feraseta faşîzane bi gelê kurd û tevahiya cihanê re bi vî rengî dane pejrandine. Lê gelekî bi êşe ku rewşa jin bi van asîmlasyonan re rûbi rûye. Ev rewş her ku dice zêde dibê. Tiştê herî bi êş jî ew e ku tu saziyên mafên mirovan û saziyên demokratîk li beramberî vê rewşê refleks nîşan nadin, bê deng dimînin û tu helwestan ji bo parastinê jî nîşan nadin.

 Dewletên cîhanê ji bo mejî û aqliyet pêşbikeve, dibistan, aqadimî, malên taybet ên perwerdê û teknîk çêkirin.  Ji bo ku bibê çavkaniya pêşketinê, fêrbûnê ew amûr hesan kirin. Lê belê dewletên faşîst ên dagirker li kurdstanê ji bo zarokan, vekirina mejî û pêşxistina aqil ancax girtîgeh, qereqolên leşkerî û vekirina malên fihûşê ti tiştekî din nekiriye. Her wiha ji bilî jop, lêdan, çavtirsandin, binçavkirin, avêtina girtîgehan tu tiştekî din bi gelê Kurd nedane fêrkirin. Bi qandî zireya atomê tu fêdeya wî li vî gelî nebû ye. Di heman demê de dema ku gelê Kurd çalakiyên demokratîk dike an qala mafê axaftina bi zimanê xwe ê zikmakî dike jî, vêna jî ji bo gelê kurd pir dibîne û bê şerm dixwazê ku ji Kurdan Tirkan avabike.

Her wiha dema ku em bala xwe didin dîrokê dewletên desthilatdar û xudan sermaya bilind, hertim êrîş birine ser gelên ku nexudan û ew bi talan, koçberkirin û qirkirinên cur be cur re hîştine.  Lê mixabin gelê ku herî zêde ji van bê wîjdaniyan û dijwariyan nesîba xwe girtiye jî gelê Kurd de ku heta vê kêliyê jî bi êş û azarên ku tucarî ne dil û ne jî mêjiyê mirovan ranake re ru bi rûye.

Lê bi rastî jî tişta ku  herî bi êş û azare jî, jina Kurd bi taybetî jî bi van neçariyan re rû bi rûye. Ev têrê nakejî bîna ku amura pergala desthilatdar bejî, di her kêliyê de ji bo bilindkirina sermaya xwe tişta ku ji desthatiye teqsîr nekiriye, kiriye. Pergalên desthilatdar dibêjin em nirx didin jin lê jin bîna amûra bikaranînên girtiye dest  û di rêjeya yekem de ew daye bikaranîn. Jin di civakan de êşên pir mezin dikşînin û dema ku tu çareseriyê nabînin an xwe disotînin an jî xwe dikujin, ji ber vênaye ku di binesaziya civakê de ne ahengî derkeve hole. Di heman demê de rêbazeke dewletên desthilatdar jî ku herî li ber çavane jî ew e ku hemû civakên xwedî rûmet bi  birçîbûn  û bêçaretiyê re rû bi rû hîştiye. Yê ku jin di civakan de tûçarî bi serxwede nehatiye û her mexdûr maye. Hemû pergalên desthilatdar dizanin ku rûmeta jin di civakê gelekî girîng dest diavêjin rûmeta jin û xwestiye ku tevahiya malbata mirovahiyê li gora berjewendiyên xwe şekil bide. Helbet ku rûmet û bihayê  jin di çanda Kurd de an em bêjin di dîrokê de pir girînge. Ji lewma navê ‘’jin’’ ji jiyanê hatiye girtin, her wiha di gerdunê de tu tiştek ji jîyînê xweştir tûneye. Di dîroka gelê Kurd de cihê jinê her li sere jorbûye û qedir û qîmetên pir mezin ji jin re hebûye. Gava em berê xwe bidin dîroka gelê Kurd pir caran dijminahiya di navbera Eşîran de û kuştina mêran bi jin hatiye çareserkirin.  Lê ji ber ku dijmin bi taybetî vê rewşê dizanê niha dixwaze ku destê xwe bighîne her malbatekê. Dewletên dagirker dixwazin ku nakokiyên bi navê namûsê bixe nava her malbatekê an her herêmekê. Herwiha wek sînor xistin nava her herêmeke Kurdistanê û têkiliyên wî gelî bi van rêbazan ji hevqutkirin. Ji xwe bi rêbaza olê ku hatiye sextekirin çavên civakan girêdan.

Li her perçeyekî Kurdistanê jî, jina Kurd her tim sembola exlaq, edeb û bedewbûnê ye.  Di dîrokê de jî gelek bûyerên ku mirov jê ders digre qewimîne li ser jina kurd. Ji Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Leyla Qasim, Zîlan, Bêrîtan û bi hezarê weke wan fêdekariyê bêhempa kirine û mohra xwe netenê li dîroka jin xistine di heman demê de dîrokeke bi cesaret a mirovahiyê jî mohrkirine. Heta jina Kurd di gelek şoreşan de jî role pir bi nirx lîstine û ji bo pêşerojên bi azadî canê xwe gorî kirine û wan şoreşgerên jin gotine ger tiştek ji canê me bihatir an bi nirxtir hebûyajî me ê bê hempa ew jî gorî dozeke azad kiribûya û bedena xwe ya bedew bi bombeyan xemilandine. Jina Kurd lûtkeya xwe bi çiyayê bilind re kirine yek û ji bo azadiyek bi rûmet qirîne, bi serbilindî çûne ber dare sêdarê jî dîsa bi yek peyvêjî ji dilsoziya xwe ya azadiyê û gelê xwere venegeriyane. Di roja me îro de jî jina Kurd heta tevahiya jinên cîhanê jî li ser xeta wan bê bedel têdikoşin û ji bo ku malbateke mirovahiyê a demokratîk û azad sazbikin, di her qadekêde di nava tekoşînê dene. Ev yek jî ancax dikane bi yekîtiyek û rihekî hevpar a jin were çêkirin.

Nêrgiz Mustefa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

 

 

 

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.