Daxwiyaniya KCK'ê Di Çapemeniya Cîhanê De Dengek Çawa Veda?
Dış Basından / 01 Mart 2011 Salı Saat 08:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çapemeniya tirk, daxuyaniya doh ya KCK'ê ji nedîtî ve hat. Lê belê daxuyaniya KCK'ê di çapemeniya cîhanê de deng veda. Tevî Ajansên nûçeyan ên navdar ên wekî

Çapemeniya tirk, daxuyaniya doh ya KCK'ê ji nedîtî ve hat. Lê belê daxuyaniya KCK'ê di çapemeniya cîhanê de deng veda. Tevî Ajansên nûçeyan ên navdar ên wekî Reuters, AFP, Associated Press û gelek rojnameyan, cihêk fireh da daxuyaniya KCK'ê.

Herçendî çapemeniya Tirk ya ku hertim li ser mijara pirsgirêka Kurd û şerê li Kurdistanê bi hikûmet û artêşa Tirk re li hev dike, cih neda çapemeniya KCK’ê ya derbarê agirbestê de, çapemeniya cîhanê cihek girîng da.

REUTERS

Ajansa Nûçeyan a navdar Reuters cih da daxuyaniya KCK'ê û diyar kir ku PKK, dawî li agirbestê tîne. Reuters, nûçeya xwe spartiya ANF'ê û diyar kiriye ku, PKK dibêje, ji ber AKP gavên ji bo çareseriyê neavêtine, agirbest bêwate bûye. Reuters destnîşan kiriye ku, PKKê rast ra rast agirbest bi dawî nekiriye, lê belê peyama xwe-parastina bi bandor daye.

ASSIATED PRESS

Ji ajansên nûçeyan ên navdar Associated Press jî, cih da daxuyaniya KCK'ê û anî ziman ku serhildêrên kurd dawî li agirbestê anî. Associated Press jî nûçeya xwe spartiya ANF'ê û diyar kiriye ku PKK gotiye, wê parastina bi bandor bixe dewrê.

Associated Press daye zanîn ku PKK'ê, wekî sedem jî, darizîna şaredarên kurd, nebaşkirina şertên lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan, guh nedana bangên ji bo lêkolînkirina rastiyan, nîşan daye.

AFP

Ajansa Nûçeyan Fransayê AFP'ê jî cih da daxuyaniya KCK'ê û anî ziman ku PKK'ê hukumeta AKP'ê bi dawîkirina agirbesta yekalî tehdît kir.AFP'ê diyar kiriye ku, PKK dibêje, ji ber hukumeta AKP û dewleta tirk, gavên ji bo çareseriyê neavêtine û êrîşan didomîne, wê agirbestê bi dawî bike.

THE WALL STREET JOURNAL

Ji rojnameyên navdar ên cîhanê The Wall Street Journal jî bi sernavê 'PKK'ê dawî li agirbestê anî' cih da daxuyaniya KCK'ê. The Wall Street Journal di dewama nûçeyê de jî diyar kiriye ku, PKK, hukumeta AKP û dewleta tirk ji ber gav neavêtine sûcdar kiriye.

Rojnameyê bi bîr xistiye ku, PKK'ê di dema îlankirina agirbestê de, şertên wekî operasyonên eskerî û siyasî rawestin, komîsyona lêkolînkirina rastiyan werre avakirin, benda ji sedî 10 ya hilbijartinan rabe û diyaloga bi Ocalan re veguhere muzekareyan anîbûn ziman û lê belê dewleta tirk ji wan ti şert bi cih neaniye.

Gelek rojnameyên din ên navdar jî bi sernavên wekî 'PKK'ê dawî li agirbestê anî' û 'PKK'ê tehdîta agirbestê anî ziman' û 'PKK agirbestê bi dawî dike, cih da daxuyaniya KCK'ê.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info
   

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.