Piştî xiyaneta Kerkukê li Başûr wê çi bibe ?
11 Aralık 2017 Pazartesi Saat 18:04
14 Punto 16 Punto 18 Punto 20 Punto
Hacı Birlik
Kurda mafê xwe di rizgarkirina axa Kurdistanê de pêkanî, lê bi destê kesayetên xayîn careke din beşek mezin ji axa Kurdistan hat winda kirin..

Têgîna netew-dewlet ê ku Mesûd Barzanî banga wê dikir, bû sedema têkçûna siyaseta herêma Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurda li wê derê. Her wiha, jî bû sedema windabûna destkeftiyên di van çend salên borî de. Referandom hat ragihandin û ev referandom ne li gorî destûra Îraqê bû û gelê Kurd yê başur rakirin li ser piya û hêştin hemî gelê Kurd dengê xwe bidin û mijar kirin çarenûsa Kurdistanê, heya astekê gel bi referandomê hatin xapandin, lê niha jî hikûmeta herêmê îtiraf bi destûra Îraqê kirin, û di heman demê de qedexekirina referandomê li pêşiya gelê Kurd eşkere nekirine. Ev şaştiyeke siyasî ye û divê hikûmeta Başûr îtîraf bike û sedemên şaştiyên xwe li pêşya civakê eşkere bikin. Ji ber ku berdêlê van siyasetên şaş gel dide, ji lewra jî ew li pey tiştên ku wan xelas bikin dizivirin. Divê nakokiyên heyî li Başûrê Kurdistanê bê zanîn ew dikevin berjewendiya kîjan aliyan, wê rê li pêşya siyaseteke demokratîk vebibe yan na? Li gorî dîroka Başûr weke mînak: wan tankên Sedam Husên derbasî Hewlêrê kirin, û niha jî hevdû tewanbar dikin di mijara Kerkûkê de û herêm di nava du partiyan de hatiye perçekirin, (Silêmaniyê û Hewlêr). Hê jî Berzanî bi ser van şaşîtiyan dibêje ku pilana dagirkirina Kerkûkê beriya ew dest bi referandoma xwe bike hatibû amadekirin.

KDP u YNK li ser xiyaneta li Kerkukê hatiye kirin hevudin tewanbar dikin, lê em baş dizanin bi hevre peyman li gel rêveberiya Bexda imze kirine da ku piştî DAİŞ vegerin ser sînorê berî 2003’an. Yên ku ev peyman mor kirine jî bi nave hikumeta herêma Kurdistanê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubat Talabanî ye. Hîn destpêkê ev peyman mor kirine, lê ji gelê Kurd veşartine. Esas xiyanet ev dokument bixwe ye. Lê dîsa ji gel rastiyê vedişêrin û hevudin gunehbar dikin. Gelê Kurd pêwîst e rastiya siyaseta hêzên başurî bibîne û li gor wê li çareseriyê ji xwe re bigere. 

Kurd li her çar perçeyan tenê bi yekîtiyê dikare hemu destkeftiyên xwe biparêze. Ta ku Gelê Kurd yekîtiya xwe ava neke, wê her daîm bibe  armanca siyasetên dijber yên hêzên dagirker. Di dagirkirina Kerkukê de me dîsa dit ku dema mesele maf û daxwazên gelê Kurd hemû dagirker dibin yek û li dijî gelê Kurd dikevin nav fen û fîtan. Her wiha, xwefiroşên di nav Kurdan de jî bi wan re dibin yek û hem ji hundir û hem jî ji derve êriş li ser gelê Kurd çêdibin. Em wek Kurd ji dîrokê tecrube dernexin jî, lazim e em ji qewimînên îroroj encamên rast derbixin. Ev encam jî ya sereke yekîtiya gelê Kurd e..

Êdî mirov dikare bêje ku di paşeroja gelê Kurd de cihê siyaseta netew-dewlet wê tune be, bi taybetî jî li başur. Tenê rê heye ku gelê Kurd li her deverê xwe bi rêxistin bike û bixwe çarenûsa xwe diyar bike. Ev çareserî jî ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên herêmê wê bibe modelek. Ne lazim e ku em pir dûr biçin, rêya neteweya demokratik ku li Rojava bi serketî tê jiyan kirin wek modelek çareseriya pirsgirêka Kurd li Kurdistan tevayî Rojhilata Navîn jî çareseriya hemû pirsgirêkên gelan di nav xwe de dihewîne. Di heman demê de pirsgirêka İsrail û Filistînê jî tenê bi feraseta netewa demokratik dikare were çareser kirin..

Wek dawî em dikarin bêjin ku bi feraseta netewa demokratik em yekîtiya xwe ava bikin, maf û azadiya xwe misoger bikin, hêvî û bendewariyên hemû mirovahiyê pêk bînin.. 

Haci Birlik

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Solin Bahar
Henüz Yazı Eklenmemiş
Bahar Deniz
Henüz Yazı Eklenmemiş

ARAMA